Kampanya “Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye ” li dibistanan pêk tê

Kampanyaya paqijiyê ya bi navê "Qamişlo Bajarê Paqijiyê ye" ya ku 13‘ê Tebaxê ji aliyê Gerînendetiya Herêma Qamişloyê ve hatiye destpêkirin, derbasî dibistanan bû.

27 tebax, 2026   11:09
QAMIŞLO

Kampanyaya paqijiyê ya ku Gerînendetiya Herêma Qamişlo ji 13`ê Tebaxê de, bi boneya sedsaliya damezrandina Qamişloyê, di dirûşma “Qamişlo Bajarê Paqijiyê” dest pê kiriye berdewam dike.

Kampanya îro bi beşdariya mamoste û çavdêriya Meclisa Taxa Hilêliyê li dibistanan dest pê kir.

Li dibistana Şehîd Mustefa Gulo ya li taxa Hilêliyê bi tevlîbûna mamosteyan û Gerînendeya Herêma Qamişlo Cîhan Hessam qad û hundirê dibistanê hat paqijkirin.

Kampanya li dibistanan, bi armanca çêkirina derfeteke perwerdeyê ya baş, paqij û birêxistinkirî, pêşxistina hevkariyê û berpirsyartiya hevbeş, di çarçoveya amdekariyên sala xwendinê ya nû de pêk tê.

Dewama îdarî ya dibistanan 16`ê Tebaxê dest pê kiribû, tomarkirina navên xwendekaran ji bo sala nû ya xwendinê di 1`ê Îlonê de dest pê dike, dewama xwendekaran jî 6`ê Îlonê dest pê dike.

(sb)

ANHA