Kaniya Reş a li Aliyanê rûbirûyî xetereya girtinê ye

Kaniya Reş a li gundê Gundik Teyib ê herêma Aliyan rûbirûyî xetereya girtinê li pêş geştiyaran e. Ji ber ku geştiyar çopê li derdora wê dihêlin û şaxên darên derdorê dişikînin.

Kaniya Reş a li Aliyanê rûbirûyî xetereya girtinê ye
Kaniya Reş a li Aliyanê rûbirûyî xetereya girtinê ye
Kaniya Reş a li Aliyanê rûbirûyî xetereya girtinê ye
Kaniya Reş a li Aliyanê rûbirûyî xetereya girtinê ye
Kaniya Reş a li Aliyanê rûbirûyî xetereya girtinê ye
17 îlon, 2026   06:51
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Kaniya Reş yek ji çavkaniyên avê yên li gundê Gundik Teyib ê herêma Aliyan a Çilaxayê ye. Li gorî xelkê gund dîroka wê vedigere zêdetirî 450 salan bêyî ku ziwa bibe.

Navê “Kaniya Reş" ji ber darên li derdora wê ye. Wan daran tîrêjên rojê digirtin û kanî di bin siya xwe de dihişt.

Bi salan kanî rastî paşguhkirin û kombûna herî û bermahiyan hatibû. Darên derdora wê hatibûn birîn. Vê yekê çikandina kanalên wê û çavkaniyên wê yên avê tehdît kir.

Li hemberî vê rewşê, şêniyên gund di salên dawîn de di nav komên dilxwaz de xwe bi rêxistin kir. Bi alîkariya gundiyên ku li derveyî welat dijîn, wan kanî û derdora wê nûjen û paqij kir, hewzek çêkir, cihên rûniştinê danîn û li wê deverê dîsa dar çandin.

Bi saya van hewldanan, di nava çend salan de ev kaniya avê bû cihê serdanê yê rojane ji bo bi dehan malbat û mêvanên ji gund û bajarokên derdorê ku dixwestin demeke xweş derbas bikin û bêhna xwe vedin, bi taybet di demsalên bihar û havînê de. Bi vî awayî ji bo herêmê bû cihekî xwezayî yê girîng û bêhnvedanê.

Lê kêfxweşiya şêniyan a ji ber serkeftina projeya nûjenkirina kaniyê, demkurt bû. Hewldanên wan ji ber reftarên bêberpirsyarane yên hin seyranvanan hatin têkbirin, wek avêtina çopê li nav avê û derdora wê û şikandina şaxên daran.

Celal Hecî Îbrahîm ê ku çavdêriya projeya nûjenkirinê dikir, diyar kir ku ji ber van binpêkirinên berdewam û nebûna hişmendiya jîngehê di nav hin seyranvanan de û ji bo pêşîlêgirtina li karesateke tenduristî yan jîngehê ku bandorê li çavkaniya sereke ya avê dike, şêniyên gund biryar da ku rêya ku ber bi "Kaniya Reş" ve diçe ji wesayîtan û komên geştiyaran re bigirin.

Îbrahîm bangeke lezgîn ji bo parastina çavkaniyên avê kir û got ev tedbîra şêniyan ne ji xwesteka mehrûmkirina her kesî ji bedewiya xwezayê derketiye, berevajî vê ew tedbîreke parastinê ye.

Îbrahîm bang li tevahî geştiyaran kir ku pêwîstî bi bilindkirina hişyarî û pabendbûna berpirsyariya exlaqî li hember jîngehê heye û got parastin û paqijkirina wê erkeke hevpar e.

Îbrahîm di dawiyê de got kanî dê bi tevahî neyê vekirin heya ku garantî tune be ku her kes wê biparêze.

(f)

ANHA