Parka Giştî ya Qamişloyê piştî xebatên sererastkirinê hat vekirin

Piştî temamkirina projeya nûvekirina Parka Giştî ya Qamişloyê dawî bû bi beşdariya gelê bajêr û nûnerên saziyên sivîl bi şahiyekî hat vekirin.

4 îlon, 2026   22:47
QAMIŞLO

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi hevkariya Şaredariya Gel a Qamişloyê bi boneya vekirina Parka Giştî şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi sedan xelkê bajêr û nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Restorasyonê bi çêkirina peykerên ku dîroka dewlemend a herêmê û gelê Kurd temsîl dikin, bi zêdekirina destanek estetîk a cihêreng, dayîna awirek nû li parkê vedihewîne. Peykerên şervanên Medî û Şêrê Eyn Dara li Efrîn, digel kaniyek bi şiklê porê şervanek azadiyê ya jin hatin çêkirin.

Dayikên şehîdan kurdaliya birî û park vekir û perdeya li ser peykerên ji hêla peykersaz  Munîr Şêxî ve hatine çêkirin.

Dûre dest bi bernameya vekirinê bû. Li ser navê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk Xelîl Tehlo axivî. Tehlo bal kişand ser girîngiya sererastkirina Parka Giştî ku şûnwaran û çanda Qamişloyê nîşan dide.

Tehlo anî ziman ku li hember bajêr, paqijiya wê bi berpirsiyarî tev bigerin.

Hevserokê Şaredariya Gel Istifyan Masûwd jî serbilindî û kêfxweşiya xwe bi temamkirina vê projeyê anî ziman.

Piştî axaftin bi dawî bûn, sînevîzyonek li ser xebatên temamkirina parkê ji hêla komîteya amadekar vekirina hat pêşkêşkirin.

Piştre hunermendan hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de mertalên spasiyê ji peykersaz Munîr Şêxî û organîzetorên projeyê re hatin pêşkêşkirin.

(f)