Li Tirbespiyê çalakiya bi boneya damezrandina PYD’ê

Bi boneya salvegera damezrandina PYD’ê li Tirbespiyê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de bal li ser berdewama xerbata siyasî, pêşxistina hevgirtina civakî û parastina destkefityên herêmê hat kişandin.

Li Tirbespiyê çalakiya bi boneya damezrandina PYD’ê
Li Tirbespiyê çalakiya bi boneya damezrandina PYD’ê
Li Tirbespiyê çalakiya bi boneya damezrandina PYD’ê
Li Tirbespiyê çalakiya bi boneya damezrandina PYD’ê
Li Tirbespiyê çalakiya bi boneya damezrandina PYD’ê
Li Tirbespiyê çalakiya bi boneya damezrandina PYD’ê
Li Tirbespiyê çalakiya bi boneya damezrandina PYD’ê
Li Tirbespiyê çalakiya bi boneya damezrandina PYD’ê
Li Tirbespiyê çalakiya bi boneya damezrandina PYD’ê
17 îlon, 2026   22:46
QAMIŞLO

Bi boneya damezrandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) çalakiyek li Parka Şehîdan a bajarê Tirbespiyê hat organîzekirin.

Çalakî bi axafina Hevserokê PYD’ê Xerbî Hiso dest pê kir. Hiso behsa rola PYD’ê û rêwîtiya wê ya siyasî kir û girîngî da berdewama xerbatê ji bo pêkanîna daxwazên gel, pêşxistina hevgirtina civakî û parastina destkeftiyên gel.

Hiso destnîşan kir ku pêdiviya pêvajoya heyî bi diyalog û çareseriya siyasî, pêşxistina beşdariya gel û xebata di oxira siberojeke aştî û aramî misoger bibe de heye.

Li aliyekî din jî li ser Meclisa Malbatên Şehîdana a Tirbespiyê Nûredîn Şakir axivî, behsa fedakariyên şehîdan û rola wan di rêveçûna têkoşînê de kir.

Şakir diyar kir ku malbatên şehîdan dê piştgiriya hevgirtina civakî û girêdana bi maf û jiyana hevbeş berdewam bike.

Di çalakiyê de stran û çalakiyên hunerî, bi beşdairya hunermend Baran û Heval Dogan, koma Şehîd Xebat hatin pêşkêşkirin. Li kêleka wan jî sînevîzyonek li ser rêwîtiya PYD’ê hat pêşandan.

(f)

ANHA