Rûsya du bajarokên Ukraynayê kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê kontrolkirina bajarokên Malaya Volchya yê Xarkiv û Rozovka yê Zaporizhzhia yên Ukraynayê ragihand.

Rûsya du bajarokên Ukraynayê kontrol kirin
17 îlon, 2026   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokê Malaya Volchya yê herêma Xarkivê  û bajarokê Rozovka yê herêma Zaporizhzhia yên Ukraynayê kontrol kirine.

 Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, hêzên Rûsyayê di 24 saetên dawîn de li 152 deveran, tesîsên enerjî û veguhastinê, depoyên cebilxaneyê û cihên çêkirin û depokirina dronan kirine hedef.

 Wezaretê ragihand ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di heman demê de 8 bombeyên rêberkirî û 956 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

(bb)