ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-09-2026
18 îlon, 2026   02:00

Rewşenbîrên ji Qamişloyê biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a di hefteyê de tene 3 wane bi zimanê kurdî werin dayîn, red kir û got zimanê dayikê mafekî rewa yê gelan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Fîlma “Heval Birako” li Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê ya 6’emîn 3 xelat wergirtin. Yek ji wan jî lîstikvanê sereke Dilşaz Hemo wergirt. Dilşaz Hemo got “Ez pir kêşxweş û serbilind im. Dema min rol lîst jî ez parçeyekî wê çîrokê bûm.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekar û malbatên wan ên ji bajarê Girkê Legê biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya dayîna tenê 3 waneyên bi zimanê kurdî di hefteyekê de, red kir û daxwaza berdewamkirina perwerdeya bi zimanê dayikê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekar û dayikên wan li Kobanê biryara kêmkirina dersên zimanê kurdî red kir û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hozan Emîn piraniya temenê xwe bi xwedîkirina hespan derbas kiriye. 40 hespên wî hene ku di gelek pêşbaziyan de beşdar bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).