ˋEm li pişt şervanên xwe ne, parastina kolan û taxên xwe dikinˊ

Jinên ji Kobanê diyar kir ku  ji bo parastina kolan û taxên xwe bi şevê nobedariyê dikin.

ˋEm li pişt şervanên xwe ne, parastina kolan û taxên xwe dikinˊ
3 sibat, 2025   07:05
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Ajansa me li tax û kolanên bajarê Kobanê bi jinên beşdarî nobedariya şevê bûne re hevdîtin kir.

Li ser mijarê Sozda Xelîl axivî û got: "Digel rewşa heyî de em kolan û taxên xwe diparêzin. Zarok, bav, bira û xwişkên me di oxira vê xakê de canê xwe da, ji lew re em dev ji vê xakê bernadin û em ê bi hemû hêza xwe biparêzin."

Sozda wiha domand: "Em zarokên şehîdan, bira û xwişkên wan in. Hêza me têrê dike ku her kesê êrişî me bike, têk bibin. Em hêz û moralên xwe ji şehîdên xwe digirin. Em her li pişt şervanên xwe yên QSDˋê û YPJˋê bin."

Sebah Mihemed Nasan jî ji bo parastina kolan û taxên xwe beşdarî nobedariyê bûye û hevjîna wê jî li eniyên şer ên gundewarê Kobanê ye.

Sebah wiha got: "Baweriya me bi hêzên me mezin e. Em bi hêz û derfetên xwe piştgiriya wan dikin. Em ê li kêlek şervanên xwe yên QSDˋê û YPJˋê parastina xaka xwe bikin. Ger bê xwestin em ê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê singe sing şer bikin."

(fr)

ANHA