Zanîngeha Rojava: Em amade ne materyalan wergerînin kurdî

Zanîngeha Rojava ragihand ku ew amade ye bi wezareta perwerde re bibe alîkar û materyalan wergerîne zimanê kurdî. Zanîngehê ji bo domandina perwerdeya bi zimanê kurdî di asta xwendina bilind (zanîngehan) de jî diyar kir ku ew amade  ye stratejiyeke akademîk pêşkêş bike.

Zanîngeha Rojava: Em amade ne materyalan wergerînin kurdî
17 îlon, 2026   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava der barê biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji bo Berpirsên Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyeyê û Parlamena Gelê Sûriyeyê ya Birêz;

Weke ku tê zanîn, ev 12 sal in sîstemeke berfireh a xwendinê li herêmên me bi temamî bi zimanê kurdî di bin siya Rêveberiya Xweser de bi rê ve diçe. Ev ezmûna perwerdeyê ku hemû astên xwendinê ji refa yekê heta xwendina bilind vegirtiye, bi hezaran xwendekar perwerde kirine û bi sedan derçûyên zanistî û wêjeyî ji zanîngehên herêmê (Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê) pêşkêşî civakê kirine.

Di vê sîstemê de, hemû branşên wêjeyî (ziman, dîrok, erdnîgarî, zanistên civakî, felsefe û jineolojî) û yên zanistî (bîrkarî, fîzîk, kîmya û zindînasî) bi zimanê kurdî hatine hînkirin. Ev minhacên ku di rewşên awarte de hatine amadekirin û gav bi gav hatine nûkirin, tecrûbeyeke zindî û serkeftî ye. Tecrûbeya perwerdeya bi kurdî ya li Herêma Kurdistanê û ya li Ermenistanê nîşan dide ku kurdî zimanekî dewlemend ê perwerde û zanistê ye; me jî li Sûriyeyê bi sûdwergirtina ji van tecrûbeyan, ev rastî li ser erdê pêk anî.

Naskirina Kurdan wekî gelekî resen û naskirina zimanê kurdî wekî zimanekî nîştîmanî di mersûma 13'an de ji aliyê Serokkomar ve, gavake girîng e. Em vê gavê erênî dinirxînin û bawer dikin ku divê zimanê kurdî li Sûriyeyê statuyeke fermî bigire.

Di civîna Parlamena Gelê Sûriyeyê de ku di 14‘ê Îlona 2026'an de bi wezîrê perwerdeyê birêz Mihemed Tirko re hat lidarxistin, nirxandin û balkşandina li ser zimanê kurdî cihê girîngiyê bûn. Ji bo çareserkirina fikar û pirsên ku birêz wezîr amaje pê kirine - hem der barê peydakirina wergêran ji bo rêbazên nîştîmanî û hem jî der barê paşeroj û rêgeha xwendekarên ku bi kurdî dixwînin piştî bekeloryayê - em nêrîn û çareseriyên xwe yên pratîkî pêşkêş dikin:

- Em dikarin stratejiyeke zanistî û akademîk ji bo domandina perwerdeya bi zimanê kurdî di asta xwendina bilind (zanîngehan) de pêşkêş bikin, da ku deriyên xwendinê li ber hemû xwendekaran piştî bekeloryayê vekirî bimînin.

- Em wek Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî û Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojava radagihînin ku amade ne bi ekîba wezaretê re bibin alîkar û wergerandina temamê materyal, minhac û rêbazên niştîmanî bo zimanê kurdî bi rê bixin û bi cih bînin.

Bi piştgirî û derfetên Zanîngeha Rojava, em amade ne di bin siya her du wezaretan de bibin hevkar û alîkar di avakirina Sûriyeke aram, piralî û demokratîk de."

(bb)