Cotkar: Sîstema pê pereyên genim didin pêdiviyên me pêk nayîn e

Cotkaran diyar kirin ku pereyên genim li ser hevdû nadin û bi vê sîstema heyî re nikarin deynên xwe, heq destê karkeran û lêçûnên çandiniyê bidin.

Cotkar: Sîstema pê pereyên genim didin pêdiviyên me pêk nayîn e
18 tebax, 2026   04:48
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Cotkar pereyên xwe yên genim li ser hevdû nagirin û bi rêya bernameya Şam Kaş werdigrin. Cotkar ji vê sîstemê ne razî ne û dibêjin pêdiviyên me pêk nayîne. 

3`ê MEH LI BENDA PEREYÊN XWE NE

Sebah Iwêd El Rewdan ê ji herêma El Hedadiyê ya girêdayî bajarê Şedadê ye got: "Ev bûye zêdetirî 3`ê mehan cotkar li benda pereyên xwe yên genim in û deyn li wan hene. Em û bi taybet cotkarên temenê wan mezine nizanin bernameya Şam Kaş bi kar bîn in. Derengmayîna dayîna pereyên genim û piştre jî pere li ser hevdû nadin û bi rêya bernameya Şam Kaş didin, em gelekî tengav bûne û barê me giran bûye. Em nikarin deynên xwe, heq destê karkeran û lêçûnên çandiniyê bidin. Heke rewş bi vî awayî bidome dê gelek cotkar dev ji çandiniyê berdin, ji ber derfetên wan nînin ku barê çandiniyê rakin."

`EM DIXWAZIN PEREYÊN EM LI SER HEVDÛ BIDIN`

Îbrahîm Xidir jî yê ji bajarê Hesekê got: "Pereyên me li ser hevdû nadin û heyanî niha me kêrya barhilgiran nedaye. Heke ev sîstem neyê guhertin dê gelek cotkar dev ji çandiniyê berdin. Em dixwazin pereyên me li ser hevdû bidin û em pêdiviyên xwe pêk bînin. Em ji vê sîstemê ne razî ne û daxwaz dikin biguherîn in. Gelek cotkarên temenê wan mezine nizanin bernameya Şam Kaş bikar bîn in, em ji hikûmeta demkî daxwaz dikin ku pereyên me yên genim li ser hevdû bide."

(np)

ANHA