Ukrayna 252 cenaze û Rûsyayê jî 23 cenaze wergirtin

Ukraynayê 252 cenazeyên kuştiyên xwe ji Rûsyayê wergirtin, Rûsyayê jî 23 cenaze wergirtin.

Ukrayna 252 cenaze û Rûsyayê jî 23 cenaze wergirtin
17 îlon, 2026   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pevguhertina cenazeyan de, desthilata Ukraynayê îro 252 cenazeyên kuştiyên xwe wergirtin.

Li gorî malpera RBC‘ê ku agahiyên xwe dispêre parlamenterê Rûsyayê Şemsel Saraliev, hêzên Rûsyayê jî Rûsyayê 23 cenaze wergirtin.

Komîteya Hemahengiyê ya Girtiyên Şer a Ukraynayê ragihand ku polîs û berpirsên din dê testên pêwîst çêbikin da ku cenazeyan nas bikin.

(bb)