Zelenski: Armanca min qedandina şer e

Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenski got: piştî ku şerê bi Rûsyayê re qediya, ew amade ye dest ji wezîfeyê berde.

Zelenski: Armanca min qedandina şer e
25 îlon, 2025   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Zelenski ji malpera nûçeyan a Amerîkayê Axiox re axivî û got: "Armanca min qedandina şer e, ne jinûve hilbijartin e." Temamiya hevpeyvînê wê roja Înê bê weşandin, lê belê hin beşê roportajê ji niha ve hatin parvekirin.

Lîderê Ûkraynayê her wiha anî ziman ku Serokê DYE'yê Donald Trump di mijara êrîşa li ser hedefên Rûs de piştgirî daye wan. Hate ragihandin ku di nava van hedefan de navendên enerjiyê û navendên hilberîna çekan heye. Zelenski got, "Em terorîst nînin, em bombeyan li sivîlan naberînin" û bal kişand ser êrişên Rûsyayê yên li ser bajaran.

Zelenski bi vê yekê re got, dibe ku 'navendên hêzê' yên li Rûsyayê bibin hedefa wan. Zelenski got, "Divê ew cihê stargehan zanibin. Eger şer nesekinînin wê pêwîstiya wan bi wan stargehan hebe."