Li taxa Kerm El Zeytûn a Humsê 6 kes birîndar bûn

Şeva Înê, 20`ê Mijdarê, li taxa Kerm El Zeytûn a Humsê, di gulebarana ji aliyê çekdarên nenas ve, 6 kes birîndar bûn.

Li taxa Kerm El Zeytûn a Humsê 6 kes birîndar bûn
21 mijdar, 2026   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di encama gulebarana ji aliyê çekdarên nenas ve, Kerm El Zeytûn a Humsê 6 kes birîndar bûn.

Li gorî şahidên bûyerê, çend çekdarên li ser motorsîkletan li taxê geriyan û bi çekan bi awayekî bêserûber gule li sivîlan barandin, di encamê de 6 kesên ji mezheba Murşîdî birîndar bûn.

(k)

ANHA