Li Şamê panela mafê kurdî

Li Şamê di panelekê de biryarnameya 13‘an, rêbazên garantîkirina perwerdeya bi zimanê kurdî û naskirina wê di destûrê de, her wiha destkeftiyên ku di warên perwerde, fêrkirin, medya û çandê de hatine bidestxistin, hatin nîqaşkirin.

Li Şamê panela mafê kurdî
Li Şamê panela mafê kurdî
Li Şamê panela mafê kurdî
Li Şamê panela mafê kurdî
Li Şamê panela mafê kurdî
Li Şamê panela mafê kurdî
Li Şamê panela mafê kurdî
Li Şamê panela mafê kurdî
Li Şamê panela mafê kurdî
21 mijdar, 2026   22:46
ŞAM

Saziya Star a Geşkirinê li Şamê panelek bi sernavê "Zimanê kurdî di navbera biryarnameya 13‘an û garantiyên destûrî de li dar xist. Di panelê de destkeftiyên di warên perwerde, fêrbûn, medya û çandê de hatin bidestxistin, hatin şîrovekirin. Her wiha girîngiya mîsogerkirina mafên perwerdeya bi kurdî û fermîkirina wê di destûrê de hatin parvekirin.

Panel ji aliyê cîgira seroka Saziya Star Lîna El Tirkawî ve hat birêvebirin. Lêkolînera zimanê kurdî Ferîda Îbrahîm mijara yekemîn û parêzer Sîbilcan Selman mijara duyemîn şîrove kirin.

Di rûniştina yekemîn de destkeftiyên di warê perwerdeya bi zimanê kurdî de hatine bidestxistin wekî amadekirina minhacan û bikaranîna wan di medyayê de, her wiha çalakiyên çandî hatin şîrovekirin. Her wiha bal hat kişandin ser rola saziyên akademîk û navendên çandî û civakî di parastina nasnameya kurdî, astengiyên li pêşiya proseya perwerdeya bi kurdî û zimanê kurdî di medyayê de.

Di rûniştina duyemîn de biryarnameya 13‘an, paşxneyên wê yên siyasî û qanûnî hatin nîqaşkirin. Di heman demê de behsa bandora zextên li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hatin destnîşankirin.

Beşdaran îşaret bi rola saziyên civaka sivîl û rewşenbîran di têgihiştina bi mafên zimanê û girîngiya parastina wê kirin. Her wiha bal kişandin ser girîngiya fermîkirina van mafan di destûrê de û avakirina destûrekê ku pirrengiya çandî û zimanê biparêze.

(bb)

ANHA