Koçberên li Kampa Newroz li hember sermayê bê çare ne

Koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî yên li Kampa Newroz li hember zivistanê di rewşeke bê çare de ne. Wan daxwaz kir ku vegerin warê xwe.

Koçberên li Kampa Newroz li hember sermayê bê çare ne
Koçberên li Kampa Newroz li hember sermayê bê çare ne
Koçberên li Kampa Newroz li hember sermayê bê çare ne
Koçberên li Kampa Newroz li hember sermayê bê çare ne
Koçberên li Kampa Newroz li hember sermayê bê çare ne
Koçberên li Kampa Newroz li hember sermayê bê çare ne
Koçberên li Kampa Newroz li hember sermayê bê çare ne
Koçberên li Kampa Newroz li hember sermayê bê çare ne
Koçberên li Kampa Newroz li hember sermayê bê çare ne
22 mijdar, 2026   07:25
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Konên koçberên li Kampa Newroz dimînin êdî nema bi kêrî zivistanê tên, mazot jî nayê peydakirin û ew bê çare ne.

Li gorî koçberan, konên wan êdî av tê re derbas dibe, her ku baran tê ew di nava avê de dimînin. Ne mazot heye ku sobeyan deynin û xwe germ bikin ne jî cerên gazê hene ku xwarina xwe li ser çêkin. Ew ketine metirsiya ku nekarin di van şert û mercan de li ber xwe bidin û nexweş bikevin.

Koçbera bi navê Xedîca Ehmed axivî û got: "Êdî konên me bi kêr nayên em tê de bimînin. Ez neçar mam ku êzingan kom bikim û agir dadim. Ne mazot, ne jî sobe û gaza me hene. Ez ditirsim ku zarokên me di vê sermayê de bimirin. Em daxwaz dikin ku konan û sobeyan bidin me."

Aliya Mihemed jî got: "Ev bûye 7 sal em di vê rewşê de ne. Bavê hevjînê min felc bûye û li erdê ye. Serma dijwar e û êdî zehmet bûye ku em li vir bijîn. Bila bi me re bibin alîkar. Em ê çawa bikarin di van şert û mercan de bijîn? Ma qey di van konan de me ji mirinê re dihêlin?"

Mensûra Elî diyar kir ku wan gelek caran bi rêya dezgehên çapemeniyê daxwaza alîkariyê kiriye û heyanî niha kesek bi wan re nebûye alîkar.

Li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê 572 malbatên koçber ên ji Serêkaniyê Girê Spî dimînin. Ew çareseriyê di vegerê de dibînin û daxwaz kir ku bi lez vegerên herêmên xwe û ji vê rewşa ew tê de ne, rizgar bibin.

(np)

ANHA