Kongreya Îslama Demokratîk nêrîna xwe ya çareseriyê pêşkêş kir

Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişloyê çalakiyek li dar xist û nêrîna xwe ya ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî anî ziman. Di çalakiyê de giringiya îslama demokratîk ji bo avakirina civaka azad û adil a li ser esasê jiyana hevbeş hate nirxandin.

Kongreya Îslama Demokratîk nêrîna xwe ya çareseriyê pêşkêş kir
Kongreya Îslama Demokratîk nêrîna xwe ya çareseriyê pêşkêş kir
Kongreya Îslama Demokratîk nêrîna xwe ya çareseriyê pêşkêş kir
Kongreya Îslama Demokratîk nêrîna xwe ya çareseriyê pêşkêş kir
Kongreya Îslama Demokratîk nêrîna xwe ya çareseriyê pêşkêş kir
Kongreya Îslama Demokratîk nêrîna xwe ya çareseriyê pêşkêş kir
Kongreya Îslama Demokratîk nêrîna xwe ya çareseriyê pêşkêş kir
25 îlon, 2025   14:14
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk îro li navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Qamişloyê ya kantona Cizîrê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de nêrîna li ser rola îslama demokratîk di pêşxistina nirxên azadî û edaleta civakî de hate vegotin. Di heman demê de bingeha avakirina jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan hate nirxandin. Nûnerên saziyên civaka sivîl û ên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk mela Mihemedê Xerzanî belgeyek xwend. Tê de nêrîna giştî ya ji bo çareseriya rewşa li Sûriyeyê ya li ser esasê edalet û wekheviyê hate nirxandin.

Xerzanî da zanîn ku îslama demokratîk naveroka vê nêrînê ye û got: “Ew sîstemeke bîrdozî ya xwe dispêre nirxên edalet, dilovanî û alîkariya di îslamê de ye. Xwe dispêre azadî, wekhevî û redkirina bikaranîna zorê di ol û ramanê de û wan esas digire.”

Xerzanî di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku aloziya Sûriyeyê ji ber siyasetên navendî yên tund û dûrxistina hemû netewe û mezheban pêk hatiye û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê gef li ser yekitiya welat pêk hat û hevgirtina wê ya civakî qels bû.”

Xerzanî banga esasgirtina sîstema nenavendî kir û pê de çû: “Bi sîstema nenavendî mafê hemû pêkhateyên olî û neteweyî têne misogerkirin. Cihê her kesî di rêveberiya welat û parastina milkan de dabîn dibe. Mafê hemû gelê Sûriyeyê û erkên wan wekî hev û bê cudahî dabîn dike. Bi misogerkirina mafê jinan re edaletê pêk tîne. Ji ber ku ew şirîkên sereke yên jiyana siyasî û civakî ne.”

Xerzanî destnîşan kir ku diyaloga sûriyeyiyan tekane rêya çareseriya aloziyan û dûrketina ji tundî û tevliheviya nîjadperestiyê ye.

Xerzanî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû aliyan kir ku destûreke nû ya xwe dispêre rêgezên demokrasiyê, erkan ji hev cuda bike û mafê derbirînê ji her kesî re bi cih bîne, esas bigirin.

(dc)

ANHA