Zarokê ketibû bîrê jiyana xwe ji dest da

Ehmed Xalid El Mixlif ku duh li bajarê Şedadê ketibû bîrekê, jiyana xwe ji dest da.

Zarokê ketibû bîrê jiyana xwe ji dest da
7 cotmeh, 2025   13:04
HESEKÊ

Ehmed Xalid El Mixlif (16) duh li gundê Ebû Fas ê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê di bîrekê de werbûbû.

Ekîba rizgarkirin û parastina sivîl a bajarê Hesekê û xebatkarên tenduristiyê yên bajarê Şedadê ji bo rizgarkirina Ehmed ketibûn nava liv û tevgerê. Lê ji ber kûrbûna bîrê, hemû hewldanên rizgarkirina Ehmed bi ser neketin.

Piştî hewldanên bi saetan dom kir, cenazeyê Ehmed î ji bîrê hat derxistin û radestî malbata wî hat kirin.

(bb)

ANHA