Di pevçûnên li gundewarê Dêrazorê de 3 kes birîndar bûn

Di pevçûnên di navbera 2 malbatan de li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de 3 kes birîndar bûn.

Di pevçûnên li gundewarê Dêrazorê de 3 kes birîndar bûn
22 mijdar, 2026   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê  (SOHR) ragihand ku di pevçûnên ku di navbera 2 malbatên ji gundê El Zar ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî SOHR`ê, hêzên ewlehiyê yên li bajarê El Besêra ji bo kontrolkirina aloziyê û çareserkirina pevçûnê mudaxele kirin, ji her du aliyan 14 kes girtin.

(k)

ANHA