Wê heyeta TJA’ê bi endamên komisyonê re hevdîtinê bike

Jinên ku meşa xwe ya azadiyê ya çend rojan bi dawî kirin, wê îro li Meclîsê bi partiyên siyasî re hevdîtin bikin. Şandeyek ji aktîvîstên TJA'yê dê dosyayên xwe yên amadekirî pêşkêşî endamên komîteya partiyê bikin.

Wê heyeta TJA’ê bi endamên komisyonê re hevdîtinê bike
7 cotmeh, 2025   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Meşa ku bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" di 1'ê Cotmehê de li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê  dest pê kir, ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate lidarxistin, îro li bajrê Enqerê ya Tirkiyê bi dawî bû.

 Piştî meşa ku bi daxuyaniyekê li Guvenparka bajarê Enqerê a tirkiyê  bi dawî bû, jin wê raporên nirxandinên xwe bi endamên komîsyonê yên partiyên siyasî yên li Meclîsê re parve bikin.

 Şanda ku ji Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Danış Beştaş, siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata, aktivista TJA'yê Hulya Alokmen û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir pêk tê, dê bi sê partiyên siyasî yên komên parlementoyê re hevdîtin bike.

 Şande dê dosyaya amadekirî ji bo pêşkêşkirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê radestî endamên komîsyonê bike. Ji ber bernameyên wan ên mijûl, tê payîn ku bi MHP'ê re hevdîtinek pêk neyê.

 Bernameya heyetê:

 Endamên Komisyona Koma Yeni Yol

 7'ê Cotmehê-Saet 14.30

 Endamên Komisyon û Serokwekîlê Koma AKP'ê

 7'ê Cotmehê-Saet 13.30

 Endamên Komisyon û Cîgirê Serokatiya Giştî ya CHP'ê

 8'ê Cotmehê - Saet 10.30