Li Helebê 2 kes ji ber teqîna mayînan mirin

Li gundewarê Helebê 2 kes ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest da.

Li Helebê 2 kes ji ber teqîna mayînan mirin
21 mijdar, 2026   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ciwanek ji gundê Deracîn ê Minbicê dema ku erdê xwe yê nêzîkî mezreya Şemdanê cot dikir, di encam teqîna mayînekê ya bermahiyên şer bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

SOHR‘ê dest nîşan kir ku li gundê Kefer Sexîr ê bakurê Helebê jî şivanek ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên SOHR‘ê ji destpêka îsal (2026) ve 293 kes ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane û 503 kes jî birîndar bûne.

(bb)