Li Qamişloyê kampanya paqijiyê didome

Komîna Fîlm a Rojava bi koordîneya Gerînendetiya Çandê ya Parêzgeha Hesekê li Qamişloyê kampanya paqijiyê ya bi dirûşma “Ez ji bajarê xwe hez dikim, ez bajarê xwe qirêj nakim“ didomînin, kampanya wê di 12`ê Mijdarê de bi dawî bibe.

Li Qamişloyê kampanya paqijiyê didome
Li Qamişloyê kampanya paqijiyê didome
Li Qamişloyê kampanya paqijiyê didome
Li Qamişloyê kampanya paqijiyê didome
Li Qamişloyê kampanya paqijiyê didome
Li Qamişloyê kampanya paqijiyê didome
Li Qamişloyê kampanya paqijiyê didome
Li Qamişloyê kampanya paqijiyê didome
10 mijdar, 2026   11:53
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo qonaxa duyemîn a kampanyaya paqijiyê ku ji hêla Komîna Fîlm a Rojava ve bi koordîneya Gerînendetiya Çandê ya Parêzgeha Hesekê di 8`ê Mijdarê (2026) de destpêkiribû, pêk hat. 

Qonaxa duyemîn a kampanyayê ji ber avahiya Wargeha Ciwanan a li Qamişloyê dest pê kir, gihîşte ber navenda Komîna Fîlm a Rojava ya li taxa Xerbî, di vê qonaxê de jî endamê Komîna Fîlm a Rojava û hejmarek ji ciwaan beşdar bû.

Ev gav berdewamiya qonaxa yekemîn a kampanyayê ye, kampanya wê di 12`ê Mijdarê de bi dawî bibe.

Înîsiyatîfa ku Komîna Fîlm a Rojava pêk tîne, di çarçoveya geşkirina çanda paqijiyê û pêşxistina parastina jîngehê pêk tê, ev kampanya beriya destpêkirina Mîhrîcanan Rojava ya Sînemayê ya Navneteweyî ya ku dê li Qamişloyê bê lidarxistin hat orgenîzekirin.

(sb)

ANHA