Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin

Di encama êrişên îro yên hêzên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin
10 mijdar, 2026   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Xebatkarên tenduristiyê yên Filistînê ragihandin ku di êrişeke hewayî ya hêzên Îsraîlê ya di dijî wargeheke koçberan a li taxa Zeytûnê ya bajarê Xezayê de bavek û kurekî wî yê 13 salî hatin kuştin. Her wiha destnîşan kir ku di êrişeke din a hewayî ya li derdora dibistana taxa Derec a bajêr de kesek din hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wê li her du deverên navborî çekar kirine hedef, lê agahiyên zêdetir neda.

Çavkaniyan dane zanîn ku li bajarê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê jî kesek di gulebarana hêzên Îsraîlê de hat kuştin.

Li gorî rayedarên tenduristiyê yên Xezayê ji destpêka ragihandina agirbestê ve, bi kêmanî hezar û 600 filistînî di êrişên Îsraîlê hatine kuştin. Rayedarên Îsraîlê jî gotin, di heman heyamê de 4 leşkerên wê hatine kuştin.

(bb)