Roja yekemîn a danûstandinên Rûsya û Ukraynayê li Ebû Dabî bi dawî bû

Roja yekemîn a danûstandinên Rûsya û Ukraynayê yên bi navbeynkariya Amerîkayê li Ebû Dabî bi dawî bû.

Roja yekemîn a danûstandinên Rûsya û Ukraynayê li Ebû Dabî bi dawî bû
10 mijdar, 2026   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji şandeya Ukraynayê çavkaniyekî ji AFP’ê re got, roja yekemîn a danûstandinên Rûsya û Ukraynayê yên li paytexta Îmaratê Ebû Dabî yên bi navbeynkariya Amerîkayê bi dawî bû.

Li gorî çavkanî, danûstandin wê sibe jî di çarçoveya hewldanên dîplomasî yên vejandina rêveçûna siyasî ya navbera Moskov û Kîevê de piştî qutbûna zêdetirî 8 mehan bidomin.

Beriya danûstandin dest pê bikin, şandeya Ukraynayê bi nûnerên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekitiya Ewropayê (YE), NATO, berpirsên Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê re civiyan.

Nûnerên Ukraynayê Rustem Umerov got armanca ji civînê yekkirina hewlstan û hevrêzkirina gavan ji bo amadekariya qonaxa bê ya danûstandin e û destnîşan kir ku Steve Witkoff û Jared Kushner jî beşdar bûn.

Li aliyekî din jî Kushner diyar kir ku Washington ji bo gihandina çareseriya danûstandinan ku aştiya mayînde di navbera Rûsya û Ukraynayê de pêk bê dixebite, her wiha jîngeheke ewle ya Ewropî ya herî aramtir peyda dike.

(f)