Serokê Meclisa Tirkiyê Kurtulmuş serdana partiyên siyasî dike

Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş dest bi gera serdana partiyên siyasî dike. Kurtulmuş, dê du rojan serdana komên CHP, Yenî Yol, DEM Partiyê û AK Partiyê yên li Meclîsa Tirkiyê bike.

Serokê Meclisa Tirkiyê Kurtulmuş serdana partiyên siyasî dike
10 mijdar, 2026   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, ji bo avakirina Komîsyona Çavderiyê dê îro li Meclise dest bi serdana partiyên siyasî bike. 

Komîsyona Çavderiyê ya Meclise li bendê ye ku piştî qanûna çarçoveyî hate amadekirin, li pey serdanan dê dest bi xebatên xwe bike. Tê payîn ku Numan Kurtulmuş îro li meclise di seat 14:00an de serdana Koma CHPê bike û piştrê jî serdana Yenî Yolê bike. Numan Kurtulmuş dê sibê jî serdanên xwe bi Koma DEM Partî û AKPê re bidomîne.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên DEM Partiyê hatinê girtin, Numan Kurtulmuş dê di seat 13:30an de li meclise serdana Koma DEM Partiyê bike. Her wiha Numan Kurtulmuş dê di 12ê Mijdarê de jî serdana MHPê re serdanên partiyên siyasî bidomîne.

Piştî serdanên Numan Kurtulmuş ên partiyên siyasî, dê Komîsyona Çavderiyê ya Meclise bê avakirin.