‘Li beramberî birîna milyonan dar, Tirkiyeyê 30 hezar şitil dane Herêmê’

Hemwextê berdewambûna operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, talankirina jîngeha Başûrê Kurdistanê jî berdewam kiriye û qira daristanên Herêma Kurdistanê aniye. Çalakvanê Jîngehê Hekar Suphî diyar kir ku dewleta Tirk di beramberî birîna bi milyonan dar de tenê 30 hezar şitil wek ‘diyarî’ daye hikûmeta Herêmê!

‘Li beramberî birîna milyonan dar, Tirkiyeyê 30 hezar şitil dane Herêmê’
16 cotmeh, 2026   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) raportek li ser birîna daristanên Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk û kopmanyên wê ve belav kir û agahiyên nû eşkere kir.

Li gor gotinên çalakvanê jîngehê Hekar Subhî ku ji MA’yê re axiviye, di nava 10 salên borî de dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ji 5 ta 9 milyon dar biriye. Li beramberî vê karesata jîngehê de, dewleta Tirk tenê 30 hezar şitil wek ‘diyarî’ pêşkêşî hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Hemwextê êrişên berfireh yên artêşa Tirk ên di sala 2015’an û bi taybetî jî 2017’an yên li ser devera Zap, Avaşîn û Metîna yên li Başûrê Kurdistanê, talankariyek mezin ya jîngehê jî despêkiriye.

Artêşa Tirk di nava 10 salên borî de bi rêya kompanyên Tirk li deverên çiyayî yên Dihok, Zaxo, Amêdî û Berwarî Bala, talankirina jîngehê û birîna daristanan berdewam kiriye.

Di despêka êrişan de bi sedan car agir bi daristanan ketiye, lê di salên dawî de daristan ji aliyê kompanyên dewleta Tirk ve tê birîn û bi wesayîtên barhilgir derbasî nava sinorên Tirkiyeyê tê kirin.

Li gor zanyariyan talankiriya jîngehê berî hatina demsala zivistanê zêdetir bûye. Beriya niha jî rûberê wêrankariya daristanên Herêma Kurdistanê bi rêya wêneyên peykên destkir de ve hatibûn eşkerekirin.

Welatiyên deverê li beramberî talankariya jîngehê bertekek zêde nîşandan û xwestin hikûmeta Herêm û Iraqê rê li talankariyê bigrin.

Li beramberî van bertekan de, Waliyê Dihokê Elî Teter îdia kir ku nûçeyên li ser birîna daran ne rastin û ew wêneyên hatine belvekirin yên li nava sinorên Tirkiyeyê ne! Lê wêne û dîmenên ku ji deverê bidestgihiştin van îdiayên waliyê Dihokê vale derxistin.

Çalakvanê Jîngehê Hekar Suphî ku 13 salin li Herêma Kurdistanê di warê parastina jîngehê de dixebite, ji ajansa MA’yê re got: “Em li Dihokê hişyariya jîngehê belav dikin û şitlan diçînin. Niha daristanên Kurdistanê ziyanek mezin gihiştinê. Birîna daristanan ji sala 2015’an ve zêde bûye. Piraniya ew gund û deverên ku dar lê tên birîn dikevin ser sinorê Bakurê Kurdistanê û di jêr çavdêriya leşkerên Tirk de ye.”

Hekar Suphî diyarkiriye ku piraniya darên hatine birîn, darên berû û darên dîrokî ku temenê wan digihe navbera 100-200 salan de. Hekar diyar kiriye ku ji bo her darek yek metre mezin bibe, pêwîstî bi 10 salan heye û dibêje; “Niha ziyanên vê wêrankariya jîngehê dernakevin, wê di salên bê de karesatên cidî bên dîtin.”

Her wiha çalakvan Hekar Suphî eşkere kiriye ku di nava 10 salên borî de herî kêm 5 ta 9 milyon dar hatine birîn û got: “Piraniya van darên hatine birîn li derdora ew gundên ku ev 40 salin hatine valekirinin. Zêdetirî 500 gund li Başûrê Kurdistanê ji ber şer û aloziyan vale bûne. Pirsyar eve, çima hikûmeta Herêmê û hikûmeta Iraqê li beramberî vê talankariyê de bêdengin?Bêguman ew bi xwe jî sedemê vê bêdengiyê dizanin.”

Çalakvan Hekar Suphî diyarkiriye ku dewleta Tirk ji bo di ser vê karesata xwezayî re binixûmîne, di sala 2023’yan de balyozxaneya Tirkiye ya li Iraqê gotibû, ji ber birîna wan darên ku dikevin li ser rêyên baregehên leşkerî, 30 hezar şitil dane Hikûmeta Herêmê. Lê wêrankarî bi milyonan darin. Parastina darên mane jî erkê hemûyane û divê hikûmeta Herêmê pêngavên bi lez bavêje.”

Hekar Suphî gotiye: “Em wekî rêxistinên jîngehê dê berdewam bin li ser şandina belgeyan ji bo saziyên navneteweyî. Emê Kongreya Avhewayê (COP 31) ku biryare di meha Mijdarê de li bajarê Antalya yê Tirkiyeyê birêve biçe, baykot bikin. Em ji ber wê wêrankariya jîngehê ya ku Tirkiye li Kurdistanê dike, beşdarî wê lûtkeyê nabin û vê yekê red dikin. Em daxwazê ji beşdaran jî dikin ku mijara birîna daran a li Kurdistanê bînin rojevê.”

Di dawiyê de jî çalakvanê jîngehê Hekar Suphî daxwazê ji welatiyan û xelkê gundên Bakurê Kurdistanê kiriye ku wêne û dîmenên wan kesên ku li gundên vale yên Başûr daran dibirin, bigrin. Daku wek belgeyek radestî rêxistinên navdewletî bikin û rê li vê talankariyê bigrin.