Xwendekarên Girkê Legê: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me ye

Xwendekarên li bajarê Girkê Legê biryara sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî red kir û daxwaz kir ku perwerdeya wan bi giştî bibe bi zimanê kurdî.

Xwendekarên Girkê Legê: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me ye
11 mijdar, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Xwendekarên li bajarê Girkê Legê yên li herêma Cizîrê têkildarî biryarên sînordarkirina zimanê kurdî di qada perwerdeyê de, ji ajansa me re axivîn.

Xwendekar Selma Umer got: “Em vê biryarê qebûl nakin, em fêrî perwerdeya bi zimanê kurdî bûne, ji bo me zehmet e ku em perwerdeyê bi zimanê erebî bibînin, em dixwazin perwerdeya me hemû bi zimanê kurdî be.”

Selma Umer wiha berdewam kir: “Ji mafê me ye ku em zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibînin, em dixwazin perwerdeya xwe bidomînin û em dersên xwe bi zimanê ku me ji destpêkê de biriye, berdewam bikin. Em ji bo vê yekê daxwaza parastina mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê kurdî dikin.”

Ferhad Cemîl jî got: “Me perwerde bi zimanê kurdî dît, em dixwazin vê perwerdeyê bidomînin, nayê qebûlkirin ku tenê 3 ders di hefteyê de ji bo me bêb dayîn, nayê qebûlkirin ku dersên mayî jî em bi zimanekî din fêr bibin.”

Ferhad Cemîl daxwaz kir ku zimanê kurdî bibe zimaneke fermî û di destûra nû ya Sûriyeyê de bê naskirin, divê perwerdeya wan a bi zimanê dayikê bê misogerkirin.

Nisrîn Mihemed wiha anî ziman: “Ev zêdetirî 10 salan e me perwerdeya bi zimanê kurdî dîtiye, em fêrî ders û materyalên bi zimanê kurdî bûne, guhertina zimanê perwerdeyê gaveke ne hêsan e ji bo me.”

Nisrîn Mihemed destnîşan kir ku dayîna 3 dersên bi zimanê kurdî di hefteyê de ji bo wan têrê nake, zimanê kurdî ne tenê dersek e ku bi çend saetan bê dayîn.

Egîd Osê jî diyar kir ku biryara ku hatiye dayîn ne li gorî pêdiviyên wan ên perwerdeya bi zimanê dayikê ye, divê hemû ders bi zimanê kurdî bin.

Egîd Osê da zanîn ku ji mafê her pêkhateyekê ye ku perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bibîne, ev mafê xwendekarên Kurd e jî û wiha got: “Em tenê mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê û berdewamkirina perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin.”

(sb)

ANHA