Zelensky: Di danûstandinên Ebû Dabî de mijarên mirovî hatin nîqaşkirin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku di danûstandinên sêalî yên bi Rûsyayê re ku li Ebû Dabî hatin lidarxistin de, mijarên mirovî û garantiyên ewlehiyê, pevguhertina dîlgirtiyan û vegerandina zarokan, hatin gotûbêjkirin.

Zelensky: Di danûstandinên Ebû Dabî de mijarên mirovî hatin nîqaşkirin
10 mijdar, 2026   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku di danûstandinên sêalî yên de bi Rûsyayê re yên li paytexta Îmaratê Ebû Dabî ku bi beşdariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêk hatin mijarên mirovî, bi taybetî pevguhertina dîlgirtiyan û vegerandina zarokan hatin nîqaşkirin.

Zelensky di serdana xwe ya Danîmarkayê de ku bi komek xwendekaran re axivî, diyar kir ku garantiyên ewlehiyê jî di nav mijarên rojeva van danûstandinan de bûn.

(f)