Karasû: Divê gavên hiqûqî û qanûnî bên avêtin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû têkildarî pêvajoyê axivî û got: “Li Tirkiyeyê ji bo Kurdan hiqûq nîne. Rêber Apo gotibû, Kurd di nava hiqûqê de nîne. Bi rastî jî di nava hiqûqê de nîne. Eger Kurd di nava hiqûqê de bûna ev kiryar nedibûn. Di vê pêvajoyê de divê Rêber Apo azad bibe.”

Karasû: Divê gavên hiqûqî û qanûnî bên avêtin
3 mijdar, 2026   11:41
 NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a Medya Haberê bû û rojev nirxand. 

Nirxandina Mûstafa Karasû bi vî rengî ye:

Bêguman ev mijar girîng e. Devlet Bahçelî bangek kir. Bang li kê kir? Li Rêber Apo kir. Ji ber ku Devlet Bahçelî jî hikumet jî her kes jî zane ku mijarek têkildarî pirsgirêka Kurd tenê bi Rêber Apo dikare bê çareserkirin. Nepêkan e ku bêyî Rêber Apo mijarek têkildarî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Lewma bang li Rêber Apo hate kirin. Di heman demê de Devlet Bahçelî got, 'Bila bê li Meclîsê biaxive, rêxistina xwe fesix bike. Eger vê bike dikare heta dawiyê mafê hêviyê bi kar bîne'. Pirsgirêk ev e; Ev mijar mijareke girîng e. 2 sal in nîqaş têne kirin, hevdîtin têne kirin. Hin gav hatin avêtin. Rewşa rawestandina şer pêk hat, rêxistinê xwe fesix kir, têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê bi dawî kir. Çek hate şewitandin. Hêzên leşkerî yên li nava sînorê Tirkiyeyê derketin derveyî sînorê Tirkiyeyê. Ev hemû têkildarî çi bû? Têkildarî şerê ji ber pirsgirêka Kurd a 50 salî, 100 salî ye. 

 MAFÊ HÊVIYÊ

Di pirsgirêkeke bi vî rengî de tu yê hem bang li Rêberê tevgera azadiyê bike, bibêjin werin rêxistinê fesix bikin, filan tiştî bikin, lê belê piştî ku Rêber Apo banga xwe kir û gavên girîng avêt, sozên têkildarî Rêber Apo hatin dayin ku 'mafê hêviyê' ya sereke ye, wê bi cih neyê anîn. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Eger wê ev pirsgirêk bê çareserkirin, têkildarî pirsgirêka Kurd a 50, 100 salî ye, wê demê divê rewşa Rêber Apo cuda bibe ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê wî weke muzakerevanê sereke dibîne. Pêwîste hevdîtinên bi Rêber Apo re êdî ne veşartî bin, divê rola Rêber Apo bi rengekî şênber bê destnîşankirin. Girîng e Rêber Apo êdî hevdîtinan weke muxatab, muzakerevanê sereke yê vê pirsgirêkê bike. Belê heta niha bi rê û rêbazên cuda hevdîtin, muzakere dihatin kirin lê êdî derbasî pratîkê dibe. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê hin gavên pratîkî bêne avêtin. Hem ji bo me hem jî ji bo dewleta Tirk divê gavên girîng bêne avêtin. Di atmosfereke bi vî rengî de azadnebûna Rêber Apo,  nebûna derfetên azad ên kar û jiyanê yê Rêber Apo wê pêvajoyê bi pêş ve nebe. Êdî di qonaxa heyî de heta ku Rêber Apo nekeve rewşeke ku bi rengekî azad bixebite, pêşî li azadiya wî neyê vekirin, pêşî li azadiya wî ya fîzîkî neyê vekirin nepêkan e ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Nabe. Weke ku dibêje, 'li dijî xwezaya rewşê ye'. Li dijî xwezaya muzakereyê ye, li dijî xwezaya çareserkirina pirsgirêkekê ye. Ji bo bê gotin ku ev pirsgirêk êdî bi muxatabê wê re bi rengekî eşkere tê axaftin û nîqaşkirin, divê rewşa Rêber Apo teqez bê guhertin, divê statuya wî diyar be. Devlet Bahçelî soz da, got wê mafê hêviyê bi cih were anîn. Ji xwe ji bo bicihanîna mafê hêviyê pêwîstî pê nîne ku pêvajo bigihêje qonaxekê. Yekser dikare bê bicihanîn. Ev derfet di destê desthilatdariyê de heye.

QONAXA AŞTIYA POZÎTÎF

28 sal in Rêber Apo di zindanê de ye. Lewma ev rewş divê bê nirxandin û hikumet dikare biryarê bide, desthilatdarî dikare biryarê bide. Li aliyê din, ji mafê hêviyê wêdetir ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê şer hate rawestandin. Bidawîkirina şer aştiya negatîf e. Aştiya pozîtîf ew e ku pirsgirêk bi temamî bê çareserkirin, ji bo careke din pirsgirêkên berê rû nede avêtina gavên pêwîst ên hiqûqî û qanûnî ye. Di vê pêvajoyê de divê Rêber Apo azad bibe. Eger di vê mijarê de gav neyê avêtin, ev ê ne tenê ji aliyê pêşveçûna pêvajoyê bibe pirsgirêk, di mijara baweriya pêvajoyê ya li nava civakê û baweriya hin derdorên cuda yên li ser pêşveçûna pêvajoyê ve wê rewşeke neyînî bi xwe re bîne. Girîng e dewlet û desthilatdarî vê yekê li ber çavan bigire.

 BANGA DAYIKÊN AŞTIYÊ JI BO DESTHILATÊ

Dayikên Aştiyê ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke gelekî mezin e. Ev nayê wateya kombûna 20, 30, 100 dayikî û lidarxistin çalakiyekê. Dayikên Aştiyê, ev dayik ji nava têkoşîna 50 salî tên. Êşa vê pêvajoyê kişandine, zarokên xwe, xwişk û birayên xwe winda kirine. Jiyana wan ser û bin bûye. Lewma dema qala çalakiya Dayikên Aştiyê bê kirin, yan jî qala Dayikên Aştiyê bê kirin divê mirov li ser bifikirin. Dayikên Aştiyê wijdanê gelê Kurd e. Îradeya gelê Kurd e. Yek ji nirxên herî esasî ku îradeya gelê Kurd temsîl dike Dayikên Aştiyê ye. Gotin, daxwaz û helwesta wan girîng e. Ew temamiya gel temsîl dikin. Mijarek ku pêwendiya xwe bi tevahiya gel heye. Û tevahiya gelê Kurd jî gotin, helwest û daxwazên Dayikên Aştiyê gelekî girîng dibînin. Eger Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Rêber Apo dikin ev yek daxwaza temamiya gelê Kurd e, daxwaza temamiya civakê ye. Eger Dayikên Aştiyê wê li Enqereyê çalakiyekê bike, çalakiya li Enqereyê çalakiya tevahiya gelê Kurd e. Çalakiya hemû dayikên Kurdan e, tevahiya civakê ye. Ji ber vê yekê çalakiya Dayikên Aştiyê ya ji bo Rêbertî gelekî girîng e, helwesteke girîng e. Ev yek di heman demê de bangek li desthilatdariyê ye. Her wiha hişyariyek li hemberî desthilatdariyê ye. Eger Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Rêber Apo dikin, daxwaza mercên azad ên karkirinê ji bo Rêber Apo dike û ev neyê kirin ev yek wê bibe helwestek li dijî daxwaza civakê. Wê bibe helwestek li dijî helwesta civakê. Ji ber vê yekê çalakiya Enqereyê ya Dayikên Aştiyê pir pir girîng e. Ev tê vê wateyê; Dayikên Aştiyê dixwazin ku eger pêvajo wê bi pêş ve bibe û civak jê bawer bike, divê Rêber Apo azad bibe. Bi rastî jî divê ev li ber çavan bê girtin. Guhnedana gotina Dayikên Aştiyê bi eşkere tê wateya guhnedana li daxwazên gelê Kurd. Tê wateya nedîtina hest û fikrên civaka Kurd. Ev jî bêguman wê bibe sedem ku di nava civakê de helwesteke neyînî li hemberî polîtîkayên dewlet û desthilatdariyê biafire. Lewma divê desthilatdarî û hemû hêzên siyasî vê helwesta Dayikên Aştiyê li ber çavan bigirin, di mijara azadiya Rêber Apo û mafê hêviyê de li ser bisekinin. Li aliyê din Dayikên Aştiyê li gel daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo û bicihanîna mafê hêviyê, dixwazin ku hevrêyên me yê li zindanan bêne berdan. Zarokên wan e. Dayikên Aştiyê dayikên her kesên li zindanê ye. Dayikên Aştiyê ne tenê dayikên zarokên xwe ne, dayikên hemû zindaniyan e. Yên ku cezayên li gorî dadgehên Tirk li wan hatiye birîn qediya ye, lê belê bernadin. Ev di 12'ê Îlonê de jî tine bû. Di rejîma darbeyê ya Kenan Evren ê faşîst de yên ku cezayên dadgehên Tirk li wan birî bû qedandibûn yekser dihatin berdan. Niha rewşa heyî ne ya qebûlkirinê ye. Ev ne hiqûq e. 

 DEMA KURD BE LI ŞÛNA HIQÛQÊ ÎRADEYA SIYASÎ

Ev nêzîkatî vê yekê nîşan dide; dema mijar dibe Kurd li şûna hiqûqê, daxwaza îradeya siyasî û desthiladariyê bi cih tê anîn. Li Tirkiyeyê ji bo Kurdan hiqûq nîne. Rêber Apo gotibû, Kurd di nava hiqûqê de nîne. Bi rastî jî di nava hiqûqê de nîne. Eger Kurd di nava hiqûqê de bûna ev kiryar nedibûn. Ev kiryar li Tirkiyeyê tenê li hemberî Kurdan, li hemberî ciwanên Kurd tê kirin. Li hemberî yên ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de ne tê kirin. Em ne bawer in ku ew deste ji bilî yên di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de cih digirin li hemberî kesekî din wê helwestê nîşan didin. Dibe ku yek du îstîsna hebe. Ma bi vî rengî dibe? 30 salan tijî dike, 3, 4, 5 salên din li zindanê tê hiştin. Li aliyê din di pêvajoyên bi vî rengî de yek ji gavên destpêkê tê avêtin berdana girtiyan e. 

 KURDÊN LI ZINDANAN

Ev çi ye? Ev nermbûnek e, eger wê aştî û lihevkirinek çêbibe amadekirina zemîna wê ye. Lê belê desthilatdariya AKP'ê li şûna ku vê bike, vê helwesta li hemberî girtiyan nîşan dide ku di nava civakê de dibe sedema nerazîbûnê û bêbaweriyê. Divê ev helwest bê terikandin. Heta ku desthilatdariya AKP'ê dest ji vê helwestê berde, ti gotineke xwe wê bandorê li Kurdan neke. Bawerî bi ti gotinên wê nabe. Wê li zindanan ewqasî zilm hebe, lê belê wê rabe bibêje ez ê filan tiştî bikim. Kî wê jê bawer bike? Kurd jê bawer nake. Kurd bi rastî jî ji bo mirovên li zindanê hesas e. Ji ber ku hiştina girtiyan li zindanan ji bo tevahiya Kurdan pirsgirêkek e. Welê lê hatiye ku malbatek li zindanê nemaye, xwişk, bira, zarokên xwe li zindanê nemaye, nîne. Lewma tevahiya civaka Kurd li hemberî kiryarên li zindanan hesas e. Ev kiryarên dewleta Tirk ên li zindanê dibe sedema nerazîbûneke mezin. Bandorê li nêrîn û nirxandinên me û civakê dike. Divê desthilatdariya AKP'ê bi vê zanibe. Bi vî rengî nabe. Qala pêvajoyekê tê kirin, lê belê ev negihîştiye zindanan. Dibêjim, me ewqas kes berdan. Ji xwe cezayê wan qediya bû. Yanî dixwazin vê bibêjin; eger me bixwasta me yê hîn zêdetir berdabûya. Nêzîkatiyeke bi vî rengî dibe, feraseteke bi vî rengî dibe, hiqûqek bi vî rengî dibe, rêveberiyeke bi vî rengî dibe? Divê ev nêzîkatî teqez bê terikandin.

 QONAXA PÊVAJO GIHÎŞTIYÊ

Pêvajo kete sala xwe ya sêyemîn. Ne kêm e. Hin tişt hatin kirin lê belê ji aliyê pratîkbûnê ve zêde tiştek nehat kirin. Beriya her tiştî neafirandina mercên azad ji bo karkirinê û jiyanê ya Rêber Apo ji xwe pirsgirêkeke cidî bû. Ev pirsgirêk wê çawa bê çareserkirin? Tê gotin, bila bên, çekên xwe dînin û bên. Em ê çawa werin? Li gorî qanûn û hiqûqa heyî wê çawa bên? Heta ku di pirsgirêka Kurd de gavên demokratîkbûnê nebe bi rastî jî nepêkan e ku pirsgirêk were çareserkirin. Beriya her tiştî rewşa tevgerê, rewşa me, rewşa kadroyên me, rewşa şervanan. Dibêjin, bila bên Tirkiyeyê. Belê me dawî li têkoşîna çekdarî anîn, wê demê divê pêwîstiyên wê bêne kirin. Divê mercên birêxistinbûna azad û siyaseta demokratîk ava bibin. Tiştekî bi vî rengî heye? Ev jî nîşan dide ku gavên cidî nehatine avêtin. Ji vî alî ve 2 sal derbas bûne, lê em nikarin bibêjin ku gavên cidî hatine avêtin. Em li bendê ne hin gavên diyar bêne avêtin. Me gavên girîng avêt û me got, wê dewleta Tirk jî hin gavan biavêje. Ya rast em li bendê bûn, lê belê nebû. Me gavên gelekî girîng avêt. Me hêzê çekdar ên li Tirkiyeyê vekişand, me dest ji gelek şikest û çeperên şer berdan. Li Tirkiyeyê hin yekîneyên çalakiyan hebûn, me kir ku ew vegerin. Yanî me nêzîkatiyeke welê nîşan da ku derfetên çalakiyên welê ji holê rakin. Lê belê dema ku me ev kir, me got teqez wê dewlet gavê biavêje. Lê ev pêk nehat. Hîn jî em li bendê ne ku dewleta Tirk gavan biavêje.

 ZÎHNIYETA DEWLETA TIRK NEGUHERIYE

Li her devera cîhanê, li Ewropa, Asya, Amerîka, Asyayê kes û saziyên ku bi pirsgirêkên bi vî rengî re mijûl dibin, an jî mirovên ku pirsgirêka Kurd dişopînin qebûl dikin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd gaven gelekî girîng avêtiye. Her wiha dibêjin, gavên ku ne li bendê bûn avêtin. Ji ber ku di çareseriya pirsgirêkên li deverên din ên cîhanê de ti rêxistin tine bû ku gavên weke yên tevgera me ya azadiyê avêtine, avêtin. Lê belê tevgera me ji ber mercên Tirkiyeyê, ji bo teşwîqkirina dewleta Tirk, ji bo bixe nava pêvajoyeke bi vî rengî ya çareseriyê, me gavên welê avêt ku li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin. Me rêxistin fesix kir, têkoşîna çekdarî rawestand. Ji bo dewleta Tirk gavan biavêje me ev kir. Me zemîneke bi vî rengî pêşkêşî hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê kir. Em di wê baweriyê de bûn ku li ser vê zemînê wê karibin bi hesanî gavan biavêjin. Lê belê nebû. Civaka Kurd jî bi vî rengî difikire. Civaka Kurd bi rastî jî dibîne ku me gavên nehate texmînkirin avêt. Lewma civaka Kurd dibêje, tevgera Kurd berpirsyariya xwe bi cih anî, gavên diviyabû bihata avêtin hemû avêt, niha dor a dewletê ye. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî dibêje ku me gavên nedihate texmînkirin avêt û em bi biryar in ku vê pirsgirêkê bikişînin ser zemîna qanûnî û siyasî. Li gel vê yekê dewleta Tirk gavan neavêje. Çima navêje? Di vê mijarê de zîhniyet baş neguheriye. Belê şerê dewam dikir zerar dida Tirkiyeyê. Dîtin ku di nava rewşa heyî ya şer a Rojhilata Navîn de şerê bi Kurdan re zerarê dide wan. Lewma xwestin ku pêvajoyeke bi vî rengî bibe. Ji sala 1993'an û vir ve li ser banga Rêber Apo me jî timî ev nêzîkatî pejirand. Me agirbestên yekalî ragihand, şer rawestand. Her kes bi vê zane. Ji ber ku zîhniyeta dewleta Tirk neguheriye, ji ber ku ne xwedî wê ferasetê ye ku di pirsgirêka Kurd de guherînên bingehîn bêne kirin hîn jî hildikume. Dudil tevdigere, ji aliyekî ve dibêje em ê pirsgirêkê çareser bikin, em bi biryar in, lê li aliyê din pratîka wê vê yekê nîşan nade. Li aliyê din pirsgirêkeke ewqasî weke mijareke hilbijartinê, mijareke mayina li ser desthilatdariyê dibîne. Hewl dide vê mijarê bike amûreke ji bo hilbijartinê û mayina li ser desthilatdariyê. Bi rastî jî rast nîne. Pirsgirêka sed salî ya Tirkiyeyê ye. Eger rêveberiya Tirkiyeyê, eger li pêşberî gelên Tirkiyeyê xwedî berpirsyariyê ye divê bi vî rengî nêzîk nebe. Divê neke mijara hilbijartinê. Belê her hêza siyasî li desthilatdariya xwe difikire. Lê belê eger ev pirsgirêk çareser bibe, her kesê li Tirkiyeyê wê piştgiriyê bide hêza ku pirsgirêk çareser kiriye. Lê desthilatdarî ne xwedî feraseta demokratîkbûnê ye. Lewma ev gav nayên avêtin. Li aliyê din gelekî bi konjonkturî nêzî dibe. Li têkiliyên siyasî yên li herêmê dinihêre, li têkiliyên bi DYA'yê re  dinihêre, li têkiliya bi Ewropayê re dinihêre; eger têkilî careke din derfetê dide ku li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd jinûve têbikoşe û şer bike, gavan neavêje. Bi temaşekirina li bûyerên herêmî pêwîstiyê bi avêtina gavê nabîne. Em mijara 'çima gavê neavêje' bi vî rengî dinirxînin. Bi rastî jî ev rast nîne. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke welê ye ku bibe amûrek ji siyaseta navxweyî. Bi taybetî ne pirsgirêkek welê ye ku bi polîtîkaya derve ve bê girêdan. Ji ber ku yên çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin gelek in. Yên ku naxwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin bi erênî nêzî desthilatdariya AKP'ê dibe, ji bo ev pirsgirêk neyê çareserkirin. Ji ber ku heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê dewleta Tirk li gorî dilê xwe bi kar bînin.  Ya ku dixwazin bi dewleta Tirk didin kirin. Em neçareseriyê bi van sedema ve girê didin.

 GIRINGIYA TÊKILIYA BI KURDAN RE

Piştî ku Devlet Bahçelî banga xwe kir, hem Devlet Bahçelî hem Erdogan timî digotin çi? Digotin, 'Divê em eniya navxweyî xurt bikin'. Û ev pêvajo jî weke pêvajoya 'xurtkirina eniya navxweyî' nirxandin. Belê çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya xurtbûna eniya navxweyî. Ji ber ku Tirkiye ji Osmanî û vir ve kengî bi Kurdan re şer kiribe winda kiriye. Kengî bi Kurdan re têkiliyeke erênî danî, aram bû, pozîsyona xwe xurt kir. Yek ji sedemên herî girîng ên lawazbûna Osmanî neçareserkirina pirsgirêka bi Kurdan re ye. Bi sedsala 19'an re bi Kurdan re ketiye nava rewşeke şerkirinê, bi vî rengî serberjêr bû. Eger pirsgirêka bi Kurdan re çareser bikira, di nava nêzîkatiyeke rast de bûya, dibe ku Osmanî di wê astê de ji hev belav nebûya. Niha, di dema ku xurtkirina eniya navxweyî dimeşîne de, ku timî ev yek tê destnîşankirin, eger difikire ku bi tifaqên li derve çêkirî wê pozîsyona xwe xurt bike, wellehî ev şaşitiyeke. Heta ku tu eniya navxweyî xurt neke, li derve tu kîjan tifaqê çêbike we bi kêr neyê. Dikare encamên berevajî jî bi xwe re bîne. Ji xwe ji ber fikarên ku nekarî eniya navxweyî xurt bike, ewqasî dikeve nava tifaqan. Ev yek amadekariyek ji şer re ye. Ewqasî tifaq tê wateya li Rojhilata Navîn amadekariya ji hin şeran re ye. Yan jî cihgirtina li eniyên şer e. Eger eniya navxweyî xurt bûya, bi rastî jî pirsgirêka Kurd çareser bikira, gavên demokratîkbûnê biavêta Tirkiye nediket nava wê fikar û şaşitiya ku bi tifaqa bi filan deverê re xwe rizgar bikim. Bi eşkere bibêjim; pêkanîna ewqas tifaqan hem bi teşwîqa hin hêzên derve dibe, ji xwe Tom Barrack di daxuyaniya xwe de bi rengekî neyekser got ku tifaqên Tirkiye dike bi agahiya me dibe, parçeyek ji berjewendî û polîtîkaya me ye, tiştekî li derveyî polîtîkaya me nîne. Ji vî alî ve ev polîtîkaya tifaqê dibe ku ji aliyekî ve polîtîkaya ewlekirina xwe be, lê li aliyê din afirandina dijberan e. Her tifaq di heman demê de li dijî hinekan e. Belê dewlet dikarin tifaqê bikin, dikare pêwîstiyê pê bibîne, lê belê Tirkiye ji ber ku eniya xwe ya navxweyî xurt nake, xwe lawaz dibîne, ji ber vê mecbûrî dibîne ku hin tifaqan bike. Mecbûrî dibîne ku hin dijberî û dijminatiyan biafirîne. Dikeve vê rewşê. Em ne di wê baweriyê de ne ku Tirkiye bi polîtîkayên tifaqê pirsgirêkên xwe çareser bike. Polîtîkaya xurtkirina eniya navxweyî rast e. Bi vî rengî tê gotin, lê belê li şûna bicihanîna pêwîstiyên vê, li şûna xurtkirina eniya navxweyî li derve li gorî xwe hewl dide eniyan ji xwe re biafirîne, bikeve nava hin eniyan. Vê tercîh dikin. Ev yek zêde bi kêrî Tirkiyeyê nayê. Tirkiye wê zerarê ji vê bibîne.

 DEMOKRATÎKKIRINA KOMARÊ

Li Tirkiyeyê komarek ava bû. Belê, komar desthilatdariyeke ku rêveberiyê wê bi hilbijartinê diyar dibe. Bêguman komar nayê wateya yekser demokrasiyê. Li cîhanê ewqas komar hene ku antî demokratîk e, dîktator e. Lê belê komar nîne, qraliyet heye. Yanî hin meqam bi hilbijartinê nayê. Li Swêd, Norwêc, Hollandayê lê li van deveran jî bi rastî kêm jî be hin saziyên demokratîk hene. Feraseta demokratîk heye. Komar belê tiştekî nebaş nîne, hatina hemû saziyan bi hilbijartinê erênî ye. Ji xwe pêşketina mirovahiyê wê vê yekê teqez ji holê rake; êdî qral, qralîçe wê nebin. Rêveberên ji bav derbasî kur dibe, rêveberiyên xanedaniyê wê nemîne. Piştî Osmanî Tirkiyeyê şêweyê xwe yê rêveberiyê terikand, komar îlan kir. Lê belê demokratîk nebû. Ji ber ku demokratîk nebû nekarî pirsgirêkên xwe çareser bike. Niha, Tirkiye wê bi rastî jî demokratîk bibe, yan jî weke li gelek welatên Rojhilata Navîn weke rejîmeke monarşîk an jî otorîter ên nedemokratîk bimîne. Eger bi wî rengî bimîne wê çi bi Tirkiyeyê bê? Wê Tirkiye ber bi ku ve biçe? Pêwîste Tirkiye jî li vê bifikire. Dîroka Tirkiyeyê, dîroka têkoşînê ya gelê Tirkiyeyê heye. Têkoşîna hêzên demokrasiyê, rewşenbîran heye. Têkoşîna kedkaran heye. Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd heye. Ev hemû demokratîkbûnê li Tirkiyeyê ferz dike. Tirkiye dikare paşeroja xwe di nava demokratîkbûnê de biafirîne. Eger Tirkiye li paşerojekê digere, eger demokratîk bibe dikare paşeroja xwe ewle bike, asoyê xwe yê paşerojê dikare erênî be. Divê komar demokratîk bibe, bi feraseta vê serdemê demokratîk bibe. Feraseta demokratîkbûnê ya beriya 200 salî çi bû? Tenê hilbijartin bû. Hilbijartinên giştî çêbûn. Ew êdî derbas bûn, ew feraseta demokrasiyê êdî derbas bû. Ji wê wêdetir divê demokrasiyeke welê pêk were ku xwe dispêre civaka rêxistinbûyî, azadiya fikrî û rêxistiniyê lê heye, demokrasiya xwecihî heye. Niha nîqaş tê kirin û tê gotin, ev demokrasî wê çi bi xwe re bîne? Hinek li gorî feraseta demokrasiyê ya sed sal berê diaxive, hinek jî li gorî feraseta xwe ya têkildarî demokrasiyê diaxive. Ne welê ye. Feraseta demokrasiyê ya vê serdemê, feraseta demokratîk a ku Rêber Apo diyar kir demokrasiyeke ku xwe dispêre azadiya fikrî û rêxistinî û demokrasiya xwecihî pejirandiye. Demokratîkbûna komara Tirkiyeyê ya li ser vê bingehê wê hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Ne tenê pirsgirêka Kurd, wê pirsgirêka Elewiyan jî pirsgirêka jinan jî çareser bike. Em vê bibêjin, careke din destnîşan bikin; gelê Kurd, em, Rêber Apo dema qala demokrasiyê dikin tenê ji bo Kurdan nabêjin. Em qala demokrasiyeke ji bo tevahiya Tirkiyeyê dikin. 

 TENÊ BI KOMARÊ DEMOKRATÎKBÛN NABE

Hinek dibêjin, wê pirsgirêka Kurd çareser bibe, lê yên din nizanim wê çi bibe. Tiştekî welê nabe. Heta ku li Tirkiyeyê demokratîkbûn nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe. Dema em dibêjin demokratîkbûn em qala wê demokratîkbûnê dikin ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan, pirsgirêka jinan, pirsgirêka kedkaran lê çareser dibe. Mebesta me ji komara demokratîk ev e. Di vê çarçoveyê de nîqaş li ser komara demokratîk tê kirin, konferans çêbûn, civîn çebûn, girîng e. Fikrek ava dibe. Hêdî hêdî her kesên li Tirkiyeyê bi rastî jî daxwaza demokrasiyê dikin, dixwazin ku komar bi rasteqînî demokratîk bibe. Tenê bi komarê demokratîkbûn nabe. Hinekên bi feraseta hişk a salên 1920'î difikirin, hin derdorên neteweperest hene ku timî dibêjin komar, komar. Lê belê ew dijberê demokrasiyê ne. 

 Komar bi wî rengî nabe. Ew nayê wateya parastina komarê, ne komarparêzî ye. Ew kevneperestî ye. Ew xwestin dewamkirina sîstemeke li ser dijberiya Kurdan e. Ji ber vê dema em dibêjin komara demokratîk qala wê komarê dikin ku ji bingeha civakê birêxistinbûneke tam lê heye, nasnameyên cuda; nasnameyên Kurd, Elewî bi rengekî azad xwe lê îfade dike û demokrasiya xwecihî lê heye. Em hêvîdar in ev nîqaşên li ser komara demokratîk wê fikrekî li nava civakê biafirîne, bandorê li dewlet û desthilatdariyê bike. Ji ber ku rêyeke din a Tirkiyeyê nîne. Tirkiye ya wê komarê demokratîk bike, yan jî wê li vê erdnîgariya bi pirsgirêk a Rojhilata Navîn bi dewamî bi rîskên mezin re rû bi rû bimîne.

 TEXRÎBATÊN XWEZAYÊ

Em dibêjin xweza. Yanî qala rastiyekê dikin ku cûreyê mirovan afirandiye û dide dewamkirin. Em, mirov, mirovahî di nava vê xwezayê de bi guherînê gihîştin vê nuqteyê. Vê guherîn û veguherîna xwezayê mirov afirand. Eger hûn vê xwezayê xera bikin, taybetmendiyên wê ji holê rakin, wê ev yek ji bo tevahiya mirovahiyê xetere be. Jin, ciwan, gel tevahiya mirovahî, xizan, dewlemend wê ji bo her kesî xetere be. Bêguman dewlemend bi navê hawirdoparêziyê de derdora xwe diparêzin, yan jî li deverên xwe dijîn; bi vî rengî dibe ku hewl didin xwe ji vê rizgar bikin. Nêzîkatiya wan bi vî rengî ye. Di nava wan de jî meylek 'hawirdorparêzî' heye, dixwazin li cihên xweş, li nava xwezayê bijîn. Bi derfetên xwe tercîh dikin ku ji cihê neyînî derkevin û li cihên xweş bijîn. Lê belê ji bo tevahiya mirovahiyê xeterî ye. Ji ber vê yekê divê tevahiya mirovahiyê hestiyar û bi berpirsyar be. Her mirovek. Vê bibêjim; her mirovek dibe ku ne xwedî zîhniyeteke kûr be, her mirov dibe ku nikaribe her tiştî baş fêhm bike, hişmendiya dîrokî, îdeolojîk û hwd. dibe ku kêm be, lê belê eger zindî be, weke her zindiyekî wê xwe biparêze. 

 BANGA HESTIYARIYÊ

Pirsgirêka xwezayê êdî veguheriye pirsgirêka xweparastinê ya zindiyan. Yanî veguheriye pirsgirêka xweparastinê ya mirov. Lewma pirsgirêka tevahiya mirovahiyê ye, divê mirov vê pirsgirêkê bidin pêş, timî bixin rojevê. Li aliyê din li Kurdistanê jî kirine parçeyek ji qirkirina Kurdan. Cografya Botanê tê serûbinkirin, cografya Dersimê tê serûbinkirin. Welê li Kurdistanê dikin ku jiyan lê nebe. Di pirtûkên pîroz de Mezopotamya weke bihuştê tê nîşandan, niha ev bihuşt li gorî berjewendiyên kapîtalîzmê di encama polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk de hewl tê dayin ku veguhere dojehê. 

 DIVÊ HER KURDEK XWEDÎLI AX Û AVA XWE DERKEVE

Divê Kurd hay ji vê hebe. Her Kurdek divê xwedî li gund, av, çem, çiya, daristana xwe derkeve. Ev yek xwedîderketina li pêşiyên xwe ye, xwedîderketina li zarok û neviyên xwe ye. Di mijara xwezayê de pêşketineke biçûk heye, lê têrê nake. Bêguman ekolojîstên Kurdistanê divê bi ekolojîstên Tirkiyeyê re vê têkoşînê bimeşînin, li eniyeke hîn berfireh belav bikin. Niha têrker nîne. Çawa ku gelê Kurd 50 sal in, 100 sal in têkoşîna azadiyê dimeşîne, bi heman rengî divê têkoşîneke ekolojîk bê afirandin. Ev yek di heman demê de têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd e. Ji ber vê hişmendiya ekolojîk gelekî girîng e, rêxistiniya ekolojîk gelekî girîng e. Divê li her derê, li her bajar, bajarok, gundan rêxistinbûn hebe. Divê xwedî li xwezaya xwe derkeve. Em dibînin dar têne birîn, çem têne jehrîkirin. Li Amedê gundî xwedî li xaka xwe derdikeve, ev baş e. Lê belê divê her kes xwedî lê derkeve. Em bibêjin, ew gund têkoşîna ekolojiyê dimeşîne, divê bi wî gundî bi sînor nemîne, hemû gundên li derdorê divê bi wî gundî re têbikoşe. Hemû bajarên Kurdistanê divê li ser vê mijarê hişyar û baldar be. Ne tenê Botanî, divê hemû Kurdistanî beşdarî vê têkoşîna ekolojiyê bibin. Têkoşîna ekolojiyê ne tenê têkoşîna Dersim, Amed, Botan, Gimgimê ye. Têkoşîna tevahiya gelê Kurdistanê ye. Lewma hişmendî, têkoşîna ekolojîk divê ne tenê bibe têkoşîna cihekî ku li êrişê rast hat, divê bibe têkoşîna tevahiya gelê Kurd.  Bi vî rengî bibe wê encamê bi dest bixe. Naxwe wê gundên me hemû bêne tinekirin, daristan wê bêne tinekirin. Botan, yek ji cihên herî bedew ên Kurdistanê Dersim tine bibe. Ji ber vê divê gelê me baldar be û têkoşînê bilind bike.

 ENTEGRASYONA ŞENGELÊ

Bêguman dema mijar Êzidî be, em pir hesas in. Rêber Apo jî hesas e, em jî hesas in. Ji ber ku baweriya herî kevn a gelê Kurd e. Nirxekî gelekî mezin e. Bawerî jî danhevî, nirxên mirovahiyê ne. Lewma hebûna xelkê Êzidî, parastina hebûna wan û jiyana wan a bi rengekî azad gelekî girîng e. Li ser bingeha azadiya baweriyê gelekî girîng e ku xwedî li baweriya xwe derkeve. Bi taybetî piştî ku modernîteya kapîtalîst derkete holê, her cûre feraseta yekperestiyê derxist holê, Êzidîtî gav bi gav teng bû. Ya rast beriya kapîtalîzm derkeve holê Êzidîtî li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê xwedî nifûseke gelekî girîng bû. Lê belê ew neteweya yekperest a ku modernîteya kapîtalîst afirand, feraseta netewe-dewletê ev nasname hemû qir kir. Ne tenê nasnameyên etnîkî, nasnameyên olî jî qir kir. Ji vî alî ve em hesas in. Ji xwe dema ku DAÎŞ'ê êriş kir, ya ku destpêkê xwedî lê derket tevgera me bû, gerîla bûn. Û ji qirkirinê rizgar kir. Ji ber ku êrişa DAIŞ'ê fermana 74'an bû. Gerîlayan ji vê fermanê rizgar kirin. Di rizgarkirina Êzidiyan a ji fermanê, qirkirinê de rola tevgera me gelekî girîng e, diyarker e. Her kes bi vê zane. Piştre hêzên me yên leşkerî vekişiyan. Bêguman bandora me ya îdeolojîk hebû, ji ber ku bangên Rêbertî hene. Rêbertî xwedî li vî gelî derdikeve. Ji ber ku Rêbertî xwedî li Êzidiyan derdikeve Êzidî jî guh didin fikir û polîtîkayên Rêbertî. Bi vî rengî xwe, parastina xwe bi rêxistin kirin. Niha li hev kirin, entegrasyonekê dikin. Ji aliyê leşkerî ve entegrasyoneke girîng çêbû. YBŞ weke parçeyê xwecihî yê artêşa Iraqê wê li herêma xwe bimîne. Ev hemû ciwanên Êzidî ne. Dema ku DAÎŞ'ê êriş kir eger rêxistiniyeke xweser a Êzidiyan hebûya, rêxistiniyeke leşkerî ya Êzidiyan hebûya DAIŞ nikarîbû biketibûya nava Şengalê. Êzidî wê bimira lê hemûyan li ber xwe bidan. Lê belê artêşa Iraqê bû, pêşmergeyên PDK'ê bûn. Dema ku êriş kirin xwe vekişandin. Lewma mayina hêzên xwecihî yên leşkerî girîng e. Ji aliyê siyasî û rêveberiyê ve jî xwedî rêveberiyeke heta astekê ne. Lê belê ev jî divê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve sazûman bibe. Em hêvîdar in di wê mijarê de jî wê hin pêşketin çêbibe. Ji ber ku tenê entegrasyona leşkerî, entegrebûna YBŞ'ê li nava artêşê têrê nake. Êzidî di heman demê de baweriyeke cuda ye. Divê ew jî xwedî avaniya xwe ya siyasî, rêveberiyê be, yanî pêwîste demokrasiyeke xwecihî ji bo wan hebe. Em di wê baweriyê de ne ku hêza rêxistinbûyî ya gelê Êzidî wê vê biafirîne.