`Serkeftina pêvajoyê bi guhertinên siyasî û qanûnî ve girêdayî ye`

Xebatkarên Kongra Star ên Çilaxayê da zanîn ku guhertina cihê Rêber Abdullah Ocalan nayê wateya ku şert û mercên wî yên kar hatine guhertin û divê dewleta Tirk gavan biavêje.  

`Serkeftina pêvajoyê bi guhertinên siyasî û qanûnî ve girêdayî ye`
11 mijdar, 2026   03:55
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li Çilaxayê xebatkarên Kongra Star der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan û şert û mercên li Îmraliyê de ji ajansa me re axivîn. 

Etiya Hacî got: "Guhertina cihê Rêber Abdullah Ocalan nayê wateya şert û mercên wî hatine guhertin. Divê derfet çêbe ku Rêbertî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi rê ve bibe. Pirsgirêk ne guhertina cih bû lê divê garantiya siyasî û qanûnî bê dayîn."

‘SERKEFTINA PÊVAJOYÊ BI AZADIYA RÊBERTÎ VE GIRÊDAYÎ YE’

Fatma Ristem jî got: "Divê dewleta Tirk gavan biavêje, Rêbertî fîzîkî azad bibe. Tenê daxuyanîdayîn têrê nake. Heke dewleta Tirk di polîtîkaya xwe ya berê de israr bike, dê zirarê bide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk."

‘PÊVAJOYA AŞTIYÊ FIRSETA GUHERTINE YE’

Her wiha Celîla Ebdulrehman axivî û got: "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Tirkiyeyê firseteke dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de dikare pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bike û aramî çêbe. Li pêşiya Tirkiyeyê du rê hene, yan dê gavan biavêje yan jî di polîtîkayên xwe yên berê de israr bike. Li gorî guhertina li herêmê çêdibe divê li çareseriya demokratîk bigere û garantiya parastina mafên hemû gelan were dayîn."

(np)

ANHA