ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-11-2026
11 mijdar, 2026   02:00

Xwendekarên li bajarê Girkê Legê biryara sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî red kir û daxwaz kir ku perwerdeya wan bi giştî bibe bi zimanê kurdî. 

Endamên Kongra ên Çilaxayê da zanîn ku guhertina cihê Rêber Abdullah Ocalan nayê wateya ku şert û mercên wî yên kar hatine guhertin û divê dewleta Tirk gavan biavêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Analîstê siyasî Hekîm Ebdulkerîm da zanîn ku berdewamiya nakokiyan di navbera YNK û PDK`ê de û derengmayîna avakirina hikumetê xetere li ser yekitiya helwesta siyasî ya Kurd çêdike û bang kir ku her du alî diyalogê bikin û pirsgirêk were çareserkirin.

Ajokarên di navbera Dirbêsiyê û Hesekê de dixebitin, 50 hezar lîreyî ji rêwiyan werdigirin lê dîsa nikarin mîna berê bixebitin. Gelek ajokaran dev ji berdaye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şîlan Kobanê di salvegera duyemîn şehadeta wan de Hogir Amed, Serkêş Riha û Hemze Kobanê bi bîr anî û got, “Em ê hedef û armancên wan ên pîroz pêk bînin û wan timî bidin jiyandin.” (BI WÊNE)