Rubio: Niha pêdivî bi operasyoneke leşkerî ya berfireh nîn e

Marco Rubio diyar kir ku ceza û dorpêça deryayî yên li dijî Îranê encamên mezin pêk tînin û got niha tu pêdivî bi operasyoneke leşkerî ya berfireh nîn e.

Rubio: Niha pêdivî bi operasyoneke leşkerî ya berfireh nîn e
10 mijdar, 2026   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ceza û dorpêça deryayî yên li dijî Îranê encamên mezin bi dest dixin û destnîşan kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump di vê qonaxa niha de pêdivî nabîne ku operasyonên leşkerî yên berfireh li dijî Tehranê pêk bîne.

Rubio, piştî civîna wezîrên derve ya G7‘an a li Parîsê, bersiva pirsên rojnamvanan da. Rubio got  ku wî hevalbendên Washingtonê agahdar kiriye ku "Pêkanînên aborî pir wêrankirî ye û heta radeyekê pêwîstî bi operasyonên şer ên mezin nîn e.”

Rubio da zanîn ku bandorên cezayan roj bi roj zêde dibin û dibe ku zextên aborî yên li ser Îranê dê bilind bibin.

Rubio anî ziman ku zerarên aborî yên ku Washington bi Îranê re de tîne bi demê re zêde dibin. Her wiha destnîşan kir ku Tehran nikare di dema heyî de petrola xwe li bazarên cîhanê bifiroşe û gelê Îranê zehmetiya bandorên siyasetên rêveberên xwe dikişîne.

Rubio got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo gihandina “rêkeftineke rasteqîn” bi Îranê re hîna vekirî ye, lê şertên Tehranê pêşkêş kirine berbad in.

Di dawiyê de Rubio got dê encamên siyaseta zexta aborî di hefte û mehên bê de zelaltir bibin.

(f)