Li Girkê Legê û Rimêlan xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin

Xwendekarên bajarên Girkê Legê û Rimêlan bi xwepêşandanekê daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî kirin û diyar kirin ku ew ê heta misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê çalakiyên xwe bidomînin.

Li Girkê Legê û Rimêlan xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin
Li Girkê Legê û Rimêlan xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin
Li Girkê Legê û Rimêlan xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin
Li Girkê Legê û Rimêlan xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin
10 mijdar, 2026   13:15
QAMIŞLO

Xwendekarên li bajarên Girkê Legê û Rimêlan ên li herêma Cizîrê ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî, redkirina biryara sînordarkirina zimanê kurdî di dibistanê de xwpêşandan li dar xist.

Xwepêşanderan berê xwe dane Rêveberiya Dibistanan a li bajarokê Rimêlan û li wir çalakiyeke protestokirinê li dar xist, wan li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan sloganên ku girêdana wan bi daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî nîşan dide, berz kirin.

Xwendekaran dan zanîn ku ew ê xwepêşandanên xwe bidomînin û daxwaza mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bikin, her wiha diyar kirin ku perwerdeya bi zimanê kurdî mafeke esasî ye û ew jê venagerin.

(sb)

ANHA