Li Dirbêsiyê Tevgera Çand û Hunerê sînordarkirina zimanê kurdî red kir

Tevgera Çand û Huner a bajarê Dirbêsiyê got ew sînordarkirina zimanê kurdî qebûl nakin û daxwaz kir ku Wezareta Perwerdeyê li biryara xwe vegere.

Li Dirbêsiyê Tevgera Çand û Hunerê sînordarkirina zimanê kurdî red kir
Li Dirbêsiyê Tevgera Çand û Hunerê sînordarkirina zimanê kurdî red kir
Li Dirbêsiyê Tevgera Çand û Hunerê sînordarkirina zimanê kurdî red kir
Li Dirbêsiyê Tevgera Çand û Hunerê sînordarkirina zimanê kurdî red kir
Li Dirbêsiyê Tevgera Çand û Hunerê sînordarkirina zimanê kurdî red kir
21 cotmeh, 2026   15:55
HESEKÊ

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê îro daxuyanî li Qada Jinê a bajar da û ji aliyê xwendekar Aram Keleş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku zimanê kurdî zimanê wan ê dayikê ye, parçeyekî girîng ê nasname, çand û dîroka wan e. Ew daxwaz dikin ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, pêşbixînin û veguhezînin neslên dîtir.

Di daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku perwerdeya xwe bi zimanê kurdî bixwînin, Wezareta Perwerdeyê biryara xwe di ber çavan re derbas bike û got ji mafê her zarokekî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û binîvsîne.

ANHA