Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Bi berpirsiyariya neteweyî tevbigerin!

 Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûr têkildarî krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê bang li hemû aliyên siyasî kir ku berjewendiyên neteweyî ji berjewendiyên partî û kesayetî bilindtir bibînin, ji helwestên teng û nedemokratîk dûr bikevin û pirsgirêkên heyî bi rêya diyalog, danûstandin û çareseriyên demokratîk çareser bikin.

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Bi berpirsiyariya neteweyî tevbigerin!
10 mijdar, 2026   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd têkildarî krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya platformê de hate gotin: “Em wekî Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûr, bawer dikin ku jinên Kurd jî di vê qonaxa dîrokî de xwedî berpirsiyariyeke neteweyî ne û divê di parastina destkeftiyên neteweyî, demokrasî û yekitiya gelê Kurd de roleke çalak bileyîzin.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye;

 “Başûrê Kurdistanê krîza siyasî ya derketiye, ji aliyê me ve bûye sedema fikarî û xemgîniyeke mezin. Em bawer dikin ku di vê qonaxa hesas de, parastina statûya federal û yekitiya neteweyî ya gelê Kurd pêwîstiya herî girînge.

Statûya Federal a Başûrê Kurdistanê, ku bi têkoşîn, fedakariyên mezin û xwîna şehîdan hatiye bidestxistin, destkeftiyeke neteweyî ya girîng e. Ji ber vê yekê, helwest û polîtîkayên nedemokratîk bên berdan ku dikarin vê destkeftiyê bixin xetereyê, qels bikin û yekitiya gelê Kurd zirarê bidin.

Em di wê baweriyê de ne ku statûya federal û yekitiya neteweyî tenê bi siyaseta demokratîk, diyalog, lihevkirin û îradeya hevbeş dikarin bên parastin û ewlekirin.

Ji bo derbasbûna vê krîzê, pêwîste ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê, wekî saziya herî girîng a nûnertiya îradeya gel, li ser bingeha lihevkirina hemû partî, aliyên siyasî û hêzên demokratîk ên Başûrê Kurdistanê, bi awayekî demokratîk û berpirsiyarî were vekirin û karê xwe dest pê bike.

Em bang li hemû aliyên siyasî dikin ku berjewendiyên neteweyî ji berjewendiyên partî û kesayetî bilindtir bibînin, ji helwestên teng û nedemokratîk dûr bikevin û pirsgirêkên heyî bi rêya diyalog, danûstandin û çareseriyên demokratîk çareser bikin.

Em wekî Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûr, bawer dikin ku jinên Kurd jî di vê qonaxa dîrokî de xwedî berpirsiyariyeke neteweyî ne û divê di parastina destkeftiyên neteweyî, demokrasî û yekitiya gelê Kurd de roleke çalak bilîzin.

Parastina statûya federal, parastina yekitiya neteweyî bi demokrasiyê mûmkûn e. Yekitiya neteweyî bi demokrasiyê ava dibin. Divê berpirsiyariya hevbeş a hemû aliyên siyasî û civakî pêk be.

Em bang li hemû hêz, aliyên siyasî, kesayetî û hêzên demokratîk dikin ku bi berpirsiyariya neteweyî tevbigerin û ji bo derbasbûna vê krîzê gavên cidî û pratîkî bavêjin.”