Îran di navbera Başûr û Rojhilat dîwar lê dike

Li gorî agahiyên ku Rojnews`ê ragihandiye hêzên Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xendekan dikole û dîwar lê dike.

Îran di navbera Başûr û Rojhilat dîwar lê dike
21 cotmeh, 2026   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnews`ê, hêzên Îranê ji Deriyê Sînor ê Seyranbenê yê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê heta bi herêma li pişt gundên Teymiz û Şêweguwêzanê bi dirêjahiya 10 kîlometreyî dîwarekî ji beton lê kiriye û kûleyên çavdêriyê daniye ser dîwar.

Hate ragihandin ku ji piştî van gundan heta bi xala dawî ya sînor ku ew jî gundê Mîşyawe ye, hêzên Îranê bi firehiya 3 metre û kûrahiya 4 metreyan xendek kolaye û tedbîrên tund ên ewlehiyê li ser sînor girtiye.

Lêkirina dîwar û kolandina xendekan a ji aliyê hêzên Îranê ve di demekê de ku li seranserê sînor hêzên parastina sînor ên Iraqê bi cih bûne de derketiye holê, di hinek xalên sînorî de tenê çend metre di navbera wan de hene û guftgoyê jî dikin.

Berpirsyarên Iraq û Îranê ragihandin ku hemahengiyeke ewlehiyê di navbera Îran, Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê de heye.

Lê belê, heta niha sedema çêkirina van dîwar û xendekan nayê zanîn ji ber çi ye, li hemberî vê yekê jî hikumeta Herêmê û Iraqê bêdeng in.