Îsraîlê derdora bajarokê Beyt Cin ê Şamê topbaran kir

Hêzên Îsraîlê bi 2 obîsan derdora bajarokê Beyt Cin ê rojavayê gundewarê Şamê topbaran kir.

Îsraîlê derdora bajarokê Beyt Cin ê Şamê topbaran kir
10 mijdar, 2026   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, hêzên Îsraîlê bi 2 obîsan derdora bajarokê Beyt Cin ê rojavayê gundewarê Şamê topbaran kir.

Agahiyên der barê encamên topbaranê de bi dest neketin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka 2026’an ve Îsraîlê 114 êrişên hewayî û bejahî li dijî xaka Sûriyeyê pêk anîne, di encamê de 13 hedef (depoyên çekan, baregeh, erebeyên leşkerî) derb xwarin an îmha bûn.

(f)