Di salvegera 17’emîn a Xabûrê de: Tirkiye ji bo vegerê amade ye?

Ji hevdîtinên Osloyê (2008) û Koma Xabûrê (2009) heta Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk, mîsogeriyên hiqûqî ji bo vegera gerîlayan roleke sereke lîstine.

Di salvegera 17’emîn a Xabûrê de: Tirkiye ji bo vegerê amade ye?
19 cotmeh, 2026   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera Koma Aşitiyê ya Xabûrê ya ji 34 kesan de, mijara vegera gerîlayan di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk" de, hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê dîsa bûye rojeveke sereke. Lê pirsa herî zêde tê kirin wê veger kengî û çawa be.

JI LÊGERÎNA AŞTIYÊ BER BI XABÛRÊ VE

Di sala 2008’an de li paytexta Norwêcê Osloyê di navbera rayedarên dewleta Tirkiye û rêveberên PKK’ê de hevdîtin dest pê kirin. Di sala 2009’an de bi pêvajoya "Vebûna Demokratîk" re qonaxeke hate destpêkirin.

Li ser banga Rêber Abdullah Ocalan, di 19’ê Cotmeha 2009’an de Koma Aştiyê ya ji 34 kesan, 8 ji Qendîlê û 26 kes jî ji Mexmûrê bi Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî Tirkiyeyê bû.

LI XABÛRÊ ÇI RÛ DA?

Koma Aştiyê ya Xabûrê ji aliyê deh hezaran kesan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û piştî karûbarên fermî yên li ser sînor derbasî Tirkiyeyê bûn.

Lê di demêkî kin de ev pêvajo hate xirakirin û der barê endamên koma aştiyê de doz hatin vekirin, hin endamên wê hatin girtin û cezayên girtîgehê li wan hatin birîn.

Di heman demê de girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û operasyonên li dijî siyasetmedarên Kurd astengiyên li pêşiya çareseriya siyasî zêde kirin. Koma duyemîn a aştiyê ya ku dihat plankirin ji Ewropayê were jî hatina xwe betal kir.

Pêngava Koma Aştiyê ya Xabûrê negihîşt çareseriyeke mayînde ya siyasî. Dadgehkirina kesên ku bi armanca aştiyê çûbûn, nîşan da ku veger bêyî mîsogeriyên hiqûqî pêk nayê.

PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de nîqaşa derbasbûna ji têkoşîna çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve careke din kir rojevekî esasî.

Rêber Abdullah Ocalan bang li PKK‘ê kir ku kongreya xwe pêk bîne, xwe fesix bike û dawî li têkoşîna çekdarî bîne.

Li ser vê  yekê PKK’ê di Gulana 2025’an de Kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî û biryara fesixkirinê ragihand. Her wiha di 11’ê Tîrmeha 2025’an de jî li Silêmaniyê di merasîmekê komek gerîla çekên xwe şewitandin.

Piştî van geşedanan, yek ji mijarên sereke ew e ku vegera gerîlayan a bo Tirkiyeyê dê di bin kîjan şert û mercê de be. Mîsogeriya hiqûqî, qada siyaseta demokratîk û rewşa girtiyên siyasî kiriye rojevê. Di vê çarçoveyê de di 11‘ê Tebaxê (2026) de bingeha qanûnî bi 467 dengên erê ji Parlamentoya Tirkiye derbas bû.