Xelkê Dêrikê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşiyan

Şêniyên Dêrikê û gundewarê wê yên kantona Cizîrê bi meşekê daxwaza xwe ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dubare kir û got aştî bi azadiya wî ve girêdayî ye.

Xelkê Dêrikê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşiyan
Xelkê Dêrikê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşiyan
Xelkê Dêrikê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşiyan
Xelkê Dêrikê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşiyan
Xelkê Dêrikê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşiyan
Xelkê Dêrikê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşiyan
Xelkê Dêrikê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşiyan
Xelkê Dêrikê bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşiyan
31 tebax, 2025   14:24
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê û gundewarê wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Meş ji Meydana Şehîdan dest pê kir. Meşvan di nava bazara navendî ya Dêrikê re derbas bûn, posterên Rêber Abdulah Ocalan hildan û durişmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.  Şênî heta bi Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan meşiyan.

Li wir li ser navê Kongreya Star Sîham Dawûd axivî û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî bûye giringiyek û wiha dom kir: “Ji bo ku aştî û ewlehî li Rojhilata Navîn belav be û hevgirtina civakî xurt be, pêwîstî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye. Li kêlek wê jî divê çareserî û ramanên ku Rêbertî ji bo demokrasî û aştiya li cîhanê pêşkêş dike, werin belavkirin."

Sîham di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a di tekoşîna azadiyê de û ev tişt anî ziman: “Me jinan nêrîn û têkoşîna xwe ya ji bo avakirina civakeke demokratîk a saxlem ji fikrên Rêber Apo wergirtine. Ji lew re bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî bingeha xebata me ye."

Piştî axaftinê meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

(dc)

ANHA