Kombûna Jinan a Zenûbiya qetilkirina jinan şermezar kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê qetilkirin û tundiya li dijî jinan şermezar kir û diyar kir ku divê sûcdar werin cezarkirin, çanda wekhevî û rêzgirtinê di civakê de were bipêşxistin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya qetilkirina jinan şermezar kir
31 tebax, 2025   14:55
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê, der barê tundiya li ser jinan de daxuyaniyek da. Bi dehan jin û endamên rêxistinên jinan tev li çalakiya xwendina daxuynayê bûn.

Daxuyanî ji hêla endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Semîra Mihemed ve li qada meclisê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qetilkirina jinan bandorên giran li ser civakê dike û banga sekinandina li hember van sûc û kiryaran kir. Her wiha hat xwestin ku xebateke hevbeş ji bo kêmkirina vê diyardeyê were bipêşxistin û ji bo parastina jinan yasayên pêşîgirtinê werin sazkirin.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku cezayên giran ji bo sûcdarên tundiya navmalî û qetilkirinê werin birîn, kampanyayên hişmendiya berfireh ji bo xurtkirina nirxên wekhevî û edaletê werin destpêkirin, rola saziyên rewşenbîrî û ragihandinê ji bo bevalkirina xîtaba mirovî û exlaqî were aktîvkirin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de ji aliyên eleqedar xwest ku bêyî îstîsna hesab ji sûcdaran bixwazin, tedbîrên parastina jinan û jinên ciwan bigirin. Meclisê da zanîn ku civak bi bêdengî û paşguhkirina xwe ya ji sûcên dijî jinan re berpirsiyar e.

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku jiyana jinan rûmetek e ku bazarî li ser nayê kirin: "Em hemû jinên xwecihî û cîhanî li hember van sûcan bisekinin û dengê jinan bikin qêrîneke jiyanê ku tê de tundî bi cih nabe û qetilkirin wê venamirîne."

(k)