Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, ji Îmraliyê vegeriyan.

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
22 mijdar, 2026   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, ji Îmraliyê vegeriya.

Tê payîn ku heyetê sibê der barê hevdîtinê de daxuyaniyê bide.