Li Beyrutê peyama 27'ê Mijdarê: Ramanên Rêbertiyê rizgariya gelan e

Li paytexta Lubnan, Beyrûtê bi boneya salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) civînek hat lidarxistin. Di civînê de hate gotin, ramanên Rêber Abdullah Ocalan rizgariya gelan e.

Li Beyrutê peyama 27'ê Mijdarê: Ramanên Rêbertiyê rizgariya gelan e
22 mijdar, 2026   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan Kurdên li paytexta Lubnan, Beyrûtê dijîn bi boneya 27‘ê Mijdarê salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) civînek hat lidarxistin. 

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Rêvan Mihemed behsa têkoşîna PKK‘ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd kir û diyar kir ku dê têkoşîn berdewam bike ta armancên şehîdan pêk bên.

Selîm Mele û nûnerê Rojava yê li Lubnanê Ebduselam Ehmed jî axivîn. Di axaftinan de xebata rêxistinî ya PKK‘ê, têkoşîna wê ya bi salan, astengiyên ku pêşiya wê derketin hatin vegotin. Hate destnîşankirin ku PKK‘ê gelê Kurd ji qirkirinan rizgar kir û di rêya wê de bedelên dan.

Kesên axivîne gotin, PKK‘ê ji bo serxistina pêvajiya aştî û civaka demokratîk têkoşînê didomîne û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgariya gelan bi hemû netewe û baweriyan e.

Civîn bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)