Xwendekarên Fakulteya Ragihandinê: Em bi xwendina li Zanîngeha Rojava serbilind in

Xwendekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava serbilindiya xwe ya bi bawernameyên xwe yên zanîngehê anî ziman û diyar kir ku hewldanên astengkirina beşdarbûna wan dê wan ji berdewamiya rêwîtiya xwe ya akademîk dûr nexe.

Xwendekarên Fakulteya Ragihandinê: Em bi xwendina li Zanîngeha Rojava serbilind in
Xwendekarên Fakulteya Ragihandinê: Em bi xwendina li Zanîngeha Rojava serbilind in
Xwendekarên Fakulteya Ragihandinê: Em bi xwendina li Zanîngeha Rojava serbilind in
Xwendekarên Fakulteya Ragihandinê: Em bi xwendina li Zanîngeha Rojava serbilind in
Xwendekarên Fakulteya Ragihandinê: Em bi xwendina li Zanîngeha Rojava serbilind in
21 mijdar, 2026   13:02
QAMIŞLO

Îro xwendekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava li avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê daxuyaniyek da û pabendbûna xwe ya bi mafên xwe yên perwerdeyê anî ziman.

Daxuyanî di civîneke çapemeniyê de ji hêla berdevkên xwendekaran Ehmed Mihemed û Şepal Seîd Yûsif ve bi erebî û kurdî hate xwendin.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de pabendbûna xwe bi zimanê kurdî û serbilindiya xwe ya bi xwendina li Zanîngeha Rojava anîn ziman. Her wiha diyar kirin ku ew wek pêkhateya Kurd û wek xwendekar xwe wek beşeke ji vê pêvajoyê dibînin û hewl didin ku ji nû ve avakirinê li kêleka xwişk û birayên xwe yên Sûriyeyê temam bikin.

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin kir qonaxa heyî ya li Sûriyeyê hewceyî hewldanên hevbeş ên hemû pêkhateyên wê ye da ku beşdarî avakirina dewlet û saziyên wê bibin.

Xwendekaran piştgiriya xwe ji bo projeyên ku ji hêla Zanîngeha Rojava ve ji bo temamkirina pêvajoya perwerdeyê li herêmê nîşan da.

Di dawiyê de xwendekaran serbilindiya xwe ya ji bo wergirtina perwerdeya xwe ya akademîk li Zanîngeha Rojava, berdewamiya rêwîtiya xwe ya zanistî û beşdarbûna di avakirina siberoja Sûriyeyê de anîn ziman.

(k)

ANHA