NY: Em xebatên aşkerakirina aqûbeta kesên li Sûriyeyê winda didomînin

Komîteya Serbixwe ya NYˊyê ya ji bo Kesên Winda li Sûriyeyê da zanîn ku ew xebatên xwe yên ji bo aşkerakirina aqûbeta kesên winda dewam dike.

NY: Em xebatên aşkerakirina aqûbeta kesên li Sûriyeyê winda didomînin
31 tebax, 2025   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Kesên Winda li Sûriyeyê ragihand ku ew bi hevkariya malbat, rayedar û hevkaran, xebatên ji bo aşkerakirina çarenûs û cihê kesên winda dewam dike.

Komîteyê bi boneya Roja Qurbaniyên Windayên Darê Zorê ya Navneteweyî, ku dikeve 30`ê Tebaxê, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev bone "bandora wêranker a windabûna bizorê li ser kesan, malbatan û civakê bi tevahî, tîne bîra me. "

Komîteyê destnîşan kir ku ew li Almanya û Lubnanê bi hevkariya rêxistinên mafên mirovan ên wekî Peymana Rastî û Dadmendiyê, Komeleya Malbatên Qeyser, Jinên El An ji bo Geşepêdanê, û Malbatên ji bo Azadiyê, du komxebat li dar xistin. Di komxebatan de pêvajoya tomarkirina navên kesên winda hat ceribandin, da ku di mehên pêş de bi berferehî were pêkanîn.

Seroka komîteyê Dr. Carla Quintana got, "Rêya herî baş ji bo bîranîna Roja Qurbaniyên Windayên Darê Zorê ya Navneteweyî, em li ser erdê bi malbatan re û ji bo wan bixebitin, wekî ku em her roj dikin. Em bi malbat, rayedar û hevkarên li ser erdê re dixebitin da ku çarenûs û cihê hemû kesên winda li Sûriyeyê aşkera bikin."

Komîteya Serbixwe di 29`ê Hezîrana 2023`an de bi biryarnameyeke NYˊyê, li ser daxwaza malbatên bi hezaran kesên winda li Sûriyeyê, hat damerzandin. Armanca komîteyê aşkerakirina çarenûs û cihê windayiyên bi zorê ye.

(k)