Xaça Sor cenazeyek radestî Îsraîlê kir

Di çarçoveya pêkanîna peymana agirbestê ya bi Hemasê re, Îsraîlê cenazeyê girtiyekî xwe ji Xaça Sor a Navneteweyî wergirt.

Xaça Sor cenazeyek radestî Îsraîlê kir
20 cotmeh, 2025   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê yên li Xezayê cenazeyê girtiyekî xwe ji Xaça Sor a Navneteweyî wergirt.

Hat diyarkirin ku piştî diyarkirina nasnameya cenaze dê bi fermî agahî ji bo malbatê were dayîn.

Ji dema pêkanîna peymanê ve, heta niha Îsraîlê 13 cenazeyên rehîneyên xwe ji Hemasê wergirtine.

(mh/fr)