Zelensky: DYA’yê pêşniyar kir ku Ukrayna xwe ji Donbasê vekişîne

Serokê Ukraynayê Zelensky got nûnerên DYA`yê yên dan û standinê dikin cara yekemîn pêşniyar kir ku Ukrayna beramberî tev li NATO`yê bibe, xwe ji herêma Donbasê vekişîne.

Zelensky: DYA’yê pêşniyar kir ku Ukrayna xwe ji Donbasê vekişîne
14 mijdar, 2026   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşniyar kiriye ku Ukrayna hêzên xwe ji herêma Donbasê vekişîne û beramberî wê bibe endama NATO`yê.

Li gorî Zelensky ji Reutersê re axiviye, Kîev dev ji xaka xwe bernade û tu pêşniyarên ji bo siberoja herêmê werin divê beramberî wê garantiya ewlehiyê, avakirina artêşeke neteweyî ya xurt were dayîn û fînansmanê bidin da ku cihên wêranbûyî ji nû ve ava bikin. Heke şertên Ukraynayê werin qebûlkirin ew ê pêşniyara DYA`yê pêşkêşî gelê Ukraynayê bike.

Her wiha Zelensky ji rojnamevanan re got DYA`yê cara yekemîn di dan û standinan de pirs kir ka heke Ukrayna tev li NATO`yê bibe dê xwe ji herêma Donbas vekişîne?

Zelensky got mijara tevlêbûna Ukraynayê ji NATO`yê re careke dîtir ketiye rojeva dan û standinan lê wî diyar kir ku ji ber helwestên serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, nîqaş dijwar e.

(np)