Îran: Droneyek Amerîkayê li Tevgava Hurmizê hate xistin

Artêşa Pasdarên rejîma Îranê ragihand ku bi rêya sîstemeke nû ya parastina asmanî, droneyek Amerîkî li ser Tengava Hurmizê xistine xwarê.

Îran: Droneyek Amerîkayê li Tevgava Hurmizê hate xistin
21 mijdar, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona fermî ya Îranê li gorî agahiyên ji Artêşa Pasdaran ya rejîma Îranê girtî, ragihand ku bi rêya sîstemeke nû ya parastina asmanî, droneyek Amerîkî li Tengava Hurmizê kirine armanc û xistine xwarê.

Hate diyarkirin ku ji destpêka şer ve 58 droneyên Amerîkî yên ji cureyê MQ-9 ji aliyê hêzên wan ve hatine xistin û got: “Her ku Amerîka li ser çêkirina tevilhevî û pirsgirêkan li derdora Îranê berdewam bike, emê hîn bêhtir alav û çekên Amerîkî têkbibin.”