Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê Sûriyeyiyek girt

Hêzên Îsraîlê, piştî ku 2 rêbendên kontrolê yên demkî li Quneytîrayê danîne, Sûriyeyiyek girt.

Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê Sûriyeyiyek girt
20 cotmeh, 2025   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê 2 rêbendên kontrolê yên demkî li ser rêya Cubata El Xeşeb - Xan Arneba danîn û erebeyeke rêwiyan rawestand.

SOHR’ê diyar kir ku hêzên Îsraîlê erebe kontrol kir û kesek girt, û rêwiyên din berdan.

SOHRˊê diyar kir ku li herêma Biir El Serboc a li derdora bajarokê Ternece zêdetirî 15 wesayît û endamên hêzên Îsraîlê belav bûbûn û di navbera bajarokên Ecref û Um Batîne de bendek demkî danîn.

Hêzên bejahî yên Îsraîlê derbasî rêya Ofaniya-Cubata ya li bakurê gundewarê Qunetîrayê bûbûn. 2 erebeyên leşkerî û hejmarek leşkerên Îsraîlê li wir bendeke kontrol danîn. Hemwextî wê jî balafirên Îsraîlê li asîman digeriyan.

(ac/fr)

ANHA