Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê naskirina serweriya Îsraîlê li ser Colanê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê naskirina Kolombiyayê ya serweriya Îsraîlê li Colanê şermezar kir û destnîşan kir ku Colan xaka Sûriyeyê ye û dagirkirî ye, helwesta Kolombiyayê jî ne li gorî qanûnên navneteweyî û biryarên NY`yê ye.

 Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê naskirina serweriya Îsraîlê li ser Colanê şermezar kir
11 tebax, 2026   15:56
HESEKÊ

Wezareta Karên Derve û Penaberan a hikumeta demkî ya Sûriyeyê daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Komara Kolombiya ya 10`ê Tebaxa 2026`an a girêdayî mijara naskirina serweriya Îsraîlê li ser Colanê şermezar kir.

Wezaretê da zanîn ku Colan beşeke ji xaka Sûriyeyê ye, daxuyaniya hikumeta Kolombiya li dijî peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) û daxuyaniyên sekreterê wê yê giştî ye.

Wezaret êriş û derbasbûna Îsraîlê bo nav xaka Sûriyeyê red kir û daxwaz ji dewlet û rêxistinên navneteweyî kir ku li rêzê li qanûna navneteweyî û biryarên NY`yê bigirin û berpirsyariya xwe pêk bînin.

(sb)