Meclisa Sivîl a Şehbayê êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê şermezar kirin

Meclisa Sivîl a Şehbayê êrişên li ser şêniyên Serêknaiyê şermezar kirin û diyar kir ku ji bo vegera koçberan divê garantiyên qanûnî, ewlehî û mirovî werin dayîn.

Meclisa Sivîl a Şehbayê êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê şermezar kirin
Meclisa Sivîl a Şehbayê êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê şermezar kirin
Meclisa Sivîl a Şehbayê êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê şermezar kirin
Meclisa Sivîl a Şehbayê êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê şermezar kirin
Meclisa Sivîl a Şehbayê êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê şermezar kirin
11 tebax, 2026   16:52
QAMIŞLO

Meclisa Sivîl a Şehbayê der barê êrişên li ser xelkê Serêkaniyê yên dema vedigeriyan warê xwe de daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi beşdariya şêniyên Efrîn û Şehbayê li pêşiya Nexweşxaneya Nîştimanî ya Kevin  a li bajarê Qamişloyê hat dayîn.

Rêvebera Meclisa Sivîl a Şehbayê Rîhab Cibo daxuyanî xwend.  Di daxuyaniyê de êriş û binpêkirinên li ser şêniyên Serêkaniyê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Vegera li ser axa xwe mafekî rewa ye. Nabe ev maf were binpêkirin, paşxistin an jî bazar li ser wê were kirin."

Meclisê bang li aliyên têkildar kir ku erkên xwe yên parastina sivîlan bi cih bînin û garantiyên ewlehî, qanûnî û mirovî yên vegera ewle ya hemû koçberan a li ser axa xwe bidin. Her wiha der barê êrişên li ser koçberan de banag hesabpirînê kir.

 (bb)