‘Diyardeya zimanê nefretê divê bi qanûnî were çareserkirin’

Berpirsê Nivîsgeha Hevgirtina Civakî ya Saziya Aştiyê ya El Emel Hejar Emîn û parêzer Ebîr Hesaf ji bo zimanê nefretê ziyanê nede civaka Sûriyeyê daxwaz kir ku qanûn çalak bibin û li pêşiya belavkirina wê bigirin.

‘Diyardeya zimanê nefretê divê bi qanûnî were çareserkirin’
19 mijdar, 2026   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Berpirsê Nivîsgeha Hevgirtina Civakî ya Saziya Aştiyê ya El Emel Hejar Emîn û parêzer Ebîr Hesaf der barê çareserkirina pirsgirêka zimanê nefretê de ji ajansa me re axivîn. 

Hejar Emîn têkildarî mijarê got: "Li bajarê Hesekê bikaranîna zimanê nefretê zêde bûye. Li beranberî wê tedbîr nayên girtin. Divê civaka herêmî, saziyên civakî û hikumetê bi hev re bibin alîkar û li dijî vê diyardeyê bisekinin. Herî zêde zimanê nefretê li ser medyaya dijîtal tê bikaranîn. Bi qanûnî jî tu gav nayên avêtin. Divê ev pirsgirêk bi qanûnî were çareserkirin. Em wek civaka Hesekê jî bi rêya têkiliyên xwe yên civakî dikarin li hember zimanê nefretê rawestin. Îro pêdiviya me bi însiyatîfên civakî heye da ku aramî li herêmê çêbe."

Her wiha parêzer Ebîr Hesaf got: "Di şoreşê de 14 salan li hember sîstema dagirker û zalim têkoşîn hate kirin. Hêvî hebû ku hişmendî were guhertin, çanda xwişk û biratiya gelan û pirrengî bi pêş bikeve. Lê ev bûye 2 sal zimanê nefretê belav dibe, ev ziman neyînî bandorê li civakê dike û xeternak e. Mixabin, heyanî niha li hember zimanê nefretê tedbîra qanûnî nehatiye girtin. Em hemû di keştiyekê de ne, heke ev keştî noqî avê bibe em ê hemû bixeniqin.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 15`ê Mijdarê di raporeke xwe de belge kiribû ku ji destpêka sala 2026`an ve di encama mezhebperestiyê ya li Sûriyeyê de 159 kes (145 mêr, 9 jin, 5 zarok) hatine kuştin ku ji wan 120 kes Elewî ne.

(np)

ANHA