Ji bo destûra Sûriyeyê tu gav nehatine avêtin

Gelê Sûriyeyê li bendê ye ku mekanîzmaya amadekirina destûrê zelal bibe. Lê hîna bi fermî nehatiye ragihandin ku komîteya nivîsandina destûrê hatiye avakirin.

Ji bo destûra Sûriyeyê tu gav nehatine avêtin
22 mijdar, 2026   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hîna bi fermî nehatiye ragihandin ku dê destûr bi çi awayî bê nivîsandin û kîjan alî dê reşnivîsa destûrê amade bikin. Di Kongreya Diyalogê ya Neteweyî de biryar hate dayîn ku komîteya nivîsandina destûrê bê avakirin.

Gelê Sûriyeyê ev bûye salek û nîv li bendê ye ku têkildarî nivîsandina destûra Sûriyeyê gav bên avêtin.

Cîgirê nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Claudio Cordone 16`ê Mijdara 2026`an li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê axivî û got ji bo ku amadekarî ji destûr û hilbijartinan re bê kirin divê mekanîzma û dem diyar bibe. Her wiha Cordone destnîşan kir ku divê ev xebat dereng nekeve.

JI DAXUYANIYA DESTÛRÎ BER BI DESTÛRA BINGEHÎN A DAÎMÎ VE

24-25`ê Sibata 2025`an Kongra Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê li Şamê hate lidarxistin. Di encamnameya kongreyê de hat gotin ku divê komîteya destûrê were avakirin. Ev komîte li ser bingeha hevsengiyê bixe navbera hêzan, nirxên edaletê, azadî û wekheviyê xurt bike, ji bo dewletê qanûn û saziyan ava bike, reşnivîsa destûrê amade bike.

3`yê Adara 2025`an jî komîteya qanûnî ya ku erkdar kiribûn daxuyaniya ragihandina destûrê amade bike, diyar kir ku ji bo birêxistinkirina pêvajoya veguhêz ew belgeyeke demkî amade dike. Her wiha da zanîn ku daxuyaniya destûrî ne alternatîfa destûreke daîmî ye. Tenê jê tê xwestin ku çarçoveyeke qanûnî ya pêvajoya veguhêz bi rêxistin dike, amade bike.

13`ê Adara 2025`an serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera daxuyaniya destûrî îmze kir. Di benda 52`yan de tê gotin dema pêvajoya veguhêz 5 sal e û ji dîroka dayîna daxuyaniya destûrî dest pê dike û dema destûreke daîmî ji Sûriyeyê re bê dayîn û hilbijartin çêbin, ev pêvajoya veguhêz bi dawî dibe.

Her wiha di madeya 26`an de hatiye gotin divê desthilata zagonsaz parlamentoya Sûriyeyê bi rê ve bibe heyanî ku destûreke daîmî derkeve û hilbijartin çêbin. Lê daxuyaniya destûrî tu alî erkdar nekirine ku destûreke daîmî ji bo Sûriyeyê binivîse. Mekanîzmaya avakirina komîteya destûrê jî diyar nekiriye, endamên wê hilnebijartine û diyar nekiriye ka di kîjan demê de reşnivîsa destûrî were amadekirin.

KOMÎTEYA NIVÎSANDINA DESTÛRÊ NEHATIYE AVAKIRIN

Di destpêka hilbijartina endamên parlamentoya Sûriyeyê ya îsal, di daxuyaniyên fermî de gotin rola parlamentoyê di amadekirina destûrê de heye.

1`ê Tîrmeha 2026`an serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Parlamentoyê Mihemed Teh El Ehmed ragihand ku yek ji erka sereke ya parlamentoyê ew e ku li gorî şert û mercên Sûriyeyê û daxwazên sûriyeyiyan, komîteya amadekirina reşnivîsa destûreke nû amade bike.

Her wiha parlamanto li merasîmên berê vegere, ji bo pêvajoya veguhêz qanûn derxîne û sîsteman deyne. Lê di daxuyaniyê de hurgiliyên avakirina komîteyê, navên endamên komîteyê, ev komîte dê kengî destbi karê xwe bike, nehate diyarkirin.

17`ê Tebaxa 2026`an serokê parlamentoyê Ebdulhemîd El Ewak aşkera kir ku daxuyaniya destûrê mekanîzmaya derxistina destûra daîmî yê Sûriyeyê diyar nekiriye. Di berdewamiya daxuyaniyê de El Ewak da zanîn ku ezmûnên navneteweyî di navbera hilbijartina meclîseke damezrîner an jî avakirina komîteyeke teknîkî ji bo nivîsandina destûrê, ji hevdû cûda dike. Di destûrê de rol nedane parlamento ku komîteya amadekirina destûrê daîmî, ava bike.

Dibe ku berê daxuyanî hatibe dayîn ku parlamento komîteya amadekirina destûrê nû, ava bike lê hîna di meriyetê de gav nehatiye avêtin. Her wiha ne diyare ku parlamento û komîteya bê avakirin dê çawa bi hev re bixebitin, an jî parlamento dê cihê xwe di nivîsandina destûrê de wergire yan na.

DEMA NIVÎSANDINA DESTÛRÊ DIYAR NEBÛYE

Hîna bi fermî daxuyanî nehatiye dayîn ku dê komîteya nivîsandina destûrê nû were avakirin û dê kî cihê xwe tê de wergirire. Her wiha hîna diyar nebûye ku partî, hêzên siyasî û pêkhateyên Sûriyeyê dê çawa cihê xwe di nivîsandina destûrê nû de wergirin.

2`yê Îlona 2026`an di rapora nivîsgeha `Meclisa Giştî ya Brîtanyayê` de hatibû gotin ku avakirina komîteya destûra nû hîna ne di rojevê de ye û divê rola parlamentoyê di amadekirina destûrê de hebe.

(np)